mandag den 1. juli 2019

Şeira Şêx Memduhê Birîfkanî ya li ser Elkîya Hekarîyê û dorberê wê: LALEŞÎN - ROJAN HAZIM


Di nivîsa xwe ya li ser portreya Hikmet Miho Gewda da min behsê şeira Şêx Memduhê Birîfkanî ya bi navê "Laleşîn" jî kiribû û çar malik jê dabûn:
"... Cihê xwandina Hikmetî ya ewilî, cihê dibistana seretayî ya wî, anku gundê Bilbêsê, Elkî û herweha zozangeha xelkê xwecih, çiyayê bi nav û deng Kato balkêş e ji bo gelek Kurdên ji başûra Kurdistanê bûye cihê bîrînanên cuda. Şairê navdar Şêx Memduhê Birîfkanî jî di seredanîyeke xwe ya Bilbêsê da li ser Bilbêsê, Elkîyê, gundên dorberê û çiyayê Kato şeirek nivîsîye. Birîfkanî di wê şeira xwe da bi şubandina kiçeke spehî û ciwan teswîra bindestîya Kurdistanê dike. Ew şeira wî ya bi navê "Laleşîn" herwisa bûye navê pirtûka wî jî. "Laleşîn" zozaneke gelek spehî ya Elkîyê ye û li ber çiyayê Kato ye ku xelkê wê derê "Lalişî" dibêjê..."

Nihe wê şeirê bi timamî didim:

Laleşîn (*)

Ez çûme Laleşînê
Li nav Elkî û Bilbêsa
Min dît li wê ciwanek
Wek fenerê diteyisa

Şenge şirîn û nazik
Xwûnçeleba pelazik
Derhal me can bû gazik
Ji derdê evînê dîsa

Min gote wê tu rend î
Şenge şirîn û qend î
Li ber Katoyê bilind î
Wek torê nebî Mûsa

Go: ez şirîn şepal im
Bi qed û xet û xal im
Kurdistana delal im
Keftîme destê pîsa

Keftîme destê nezana
Dûr bûm ji xwandevana
Weyla li me bê xwudana
Lewra ku mame hosa

Lewra ku ez dibêjim
Hoy bargiran û gêj im
Rondikêt xwûnê dirêjim
Bo Hemkî û Bilbêsa

Bo Hemekîya dinalim
Hinde bi xem û xeyal im
Kes nepirsî lihalim
Bûm hevgurê kabîsa

Bûm hevgûrê neyara
Dûr bûm ji dost û yara
Dilxoş nebûm çu cara
Ez dame bênamûsa

Ez kahnîya mêra bûm
Destgirtîya şêra bûm
Xoşdivîya Kurda bûm
Beyhûde dame pîsa

Hindî me go hewar e
Yê ez birîm neyar e
Jîna me sar û bar e
Kesek li min pirsa

Kesê ji we qet ne gotî
Şehzade me firotî
Ya ketîye destê kotî
Lazim nemînît hosa

Lazim li wê bipirsîn
Boçî ma em bitirsîn
Pêxwas  û tazî û birsîn
Can bo mirinê me rêsa

Me ev cane nevêtin
Da dilbera me bêtin
Serbest dîsa bigerîtin
Nav Bateya û Pîrosa

Li nav Bateyêd jêrî
Tu binêre Deryê Zêrî
Boçî ma tu ne mêrî
Te ez dame bi du kîsa

Te dame yê biyanî
Serşor kirîn xuyanî
Bi destê me ma gavanî
Kêlme te kir telîsa

Kêlme xwor î û jar î
Pêxwas ketîye nizarî
Boçî ma tu dewar î
Piştî dikêşî bi werîsa

Piştî dikêşî bi penc î
Hinde bi teab û renc î
Dîyar e ne mêrek qenc î
Yara te bir ramûsa

Yara te girtî kanê
Xelk pê diken seyranê
Tu maye li vê kolanê
Cerê te ma li kîsa

Bila tu evro mêr bay
Xwudan xencer û kêr bay
Li nav dujminî wek şêr bay
Te bi Kurdî binivîsa

Te bi Kurdî ez bixwandam
Da li ber te ez rawest bam
Me ji dil gotiba te estam
Dijmin revîn çûn lîsa

Dijmin revîn ji welatî
Ji tirsa şêrê nû hatî
Bû serbest li Exlatî
Newbet çû ji destê pîsa

(*)
Ji Dîwana Şêx Memduhê Birîfkanî - Laleşîn - r. 37-40 / Weşanxaneya Apec, 1997 - Stockholm - Swêd

NOT:
Li ser Şêx Memduhê Birîfkanî di pirtûka LALEŞÎN da wisa tête nivisîn:
"... Sadiq Behaeddîn Amêdî di pirtûka xwe ya Hozanvanêt Kurd da behsê Birîfkanî dike: Bêguman nemir Şêx Memduh şairekî desthêl û ji ber xwe derkevtîyekî dîyar e di vehûnandin, lêkînan û kêş û seng û darêhtina li ser cureyê klasîkî yê Kurdî da çûye. Nemaze bi şairê mezin xwudanê xwandingeha yêkê di vehûnandin û kêş û sengandina Melayê Cizîrî û Feqîyê Teyran da. Cudahîya ku tête ber çav, navbirî bizav kirîye li ser awayê şairêd sedê bîstê li ser diçin çûye, ku çend ji destî bêt şeira xwe bi zimanê Kurdî vehûnin û darêjin, ku di vê çendê da bi min were Şêx Memduh desthatî bît, ji ber ku gelek li dûv gotinêt Kurdî yêt dûr ji zimanêd biyanî di şeirêd xwo da bi kar înayne û xir ve kirîne. Bi taybetî navbirî bi navê rêberê dînî li Kurdistana Iraq, Tirkîye û Îranê gerîyaye. Navbirî di van geşt û geryana da gelek destnivîs yêt qetlaz di toreyê Kurdî da xir ve kirîne û heta niho jî gelek jê mayne ronahîya rojê nedîtîye..." r. 12

Şeira Şêx Memduhê Birîfkanî ya li ser Elkîya Hekarîyê û dorberê wê: LALEŞÎN - ROJAN HAZIM


søndag den 2. juni 2019

Şair Ehmed Arif - ROJAN HAZIM



Ehmed Arif, wekî şair bi pirtûka xwe ya bi navê "Min Ji Hesreta Te Pranga Kevin Kirin" navdar bû li Tirkîye û Kurdistanê.
2ê Hezîranê salvegera koça wî ya dawîyê bû.
Ehmed Arif 23ê Nîsana 1927ê li Diyarbekire hatîye dinyayê.
Navê wî yê esil Ahmet Hamdi Önal e.
Li Fakulteya Ziman, Dîrok û Cografyayê ya Universiteya Ankarayê beşê Felsefeyê xwandîye.
Ji salên 1945 heta 1955ê di kovarên cuda da şeirên wî hatin weşandin. Hingê baleke gelek mezin kêşane van şeirên wî yên lîrîk.
Pirtûka wî ya ewil "Min Ji Hesreta Te Pranga Kevin Kirin" di sala 1968ê da hatîye weşandin.
Zêdetirî wextê jîyana xwe li paytextê Tirkîyeyê, li Ankarayê borandîye.
2ê Hezîrana 1991ê jî li Ankarayê ji ber kriza dilî mirîye.
Ehmed Arif kurekî bi navê Filînta Önal heye.
Ehmed Arif, di salên 60î û 70yî da, di nav rêzên şoreşgerî û çepgir da gelekî navdar bû bi şeirên xwe yên "33 Fîşek", "Lorîya Adiloş Bebek û Notên Ji Kela Diyarbekirê" û "Oy Hewar" û yên dî...
Gelek şeirên wî bûne stran di devê Rehmî Saltuk, Ehmed Kaya, Cem Karaca û stranbêjên dî da.
Bustê Ehmed Arifî li Diyabekirê li parka di navbeyna Yêk Derî û Cot Derî yê taxê Sûrê da hatîye danan. Bustê wî ji teref kurê wî heykeltraş Filînta Önal ve hatîye çêkirin. Sala 2017ê bustê wî carekê hatibû şkandin. Nihe hatîye nûvekirin û li cihê xwe ye.
Di 28. salvegera bîrînana wî da stranbêj Rehmî Saltuk di roportaja xwe ya digel "http://haber.sol.org.tr"ê da gava gotin tête ser Ehmed Arif, ew jî behsê beşdarîya Ehmed Arif ya di "Şeva Hekarîyê" da dike. Rehmî Saltuk wisa neqil dike heçku Ehmed Arif bi teklîfa wî beşdarî Şeva Hekarîyê bûye. Vê gotina wî ez birime wan salan. Daku serastîyek bête kirin min xwast li ser wê bûyerê bîrînana xwe jî parve bikim ku li ser navê komeleya me min ew şev amade kiribû.
Kanûna Pêşîn ya 1974ê me grûbeke xwandekarên Kurdistanê li Ankarayê Komeleya Kulturî ya Şoreşgerî û Demokratîk (DDKD) ava kiribû. Di nav vê komeleya mezin ya welatî da jî gelek komeleyên şehrî, yên bajêr û bajêrkan hatibûn ava kirin. Me xwandekarên ji Hekarîyê jî "Komeleya Piştgirîyê ya Kulturî û Sosyal ya Hekarîyê" ava kiribû. Ez jî hem damezrênerê DDKDê hem jî rêvebirê komeleya Hekarîyê bûm. Me şeveke kulturî ya Hekarîyê 15ê Kanûna Paşîn ya 1976ê li Ankarayê tertîp kir û di "Atatürk Spor Sarayı" (Seraya Sporê ya Atatürkî) ya Ankarayê da hate pêşkêş kirin ku di wan salan da şeveke ewil ya şoreşgerî û Kurdî bû û deh hizar kes beşdar bibûn. Organîzasyona şevê û axivtina şevê min kiribû ku li ser me doz hate vekirin û ciza hate dan û em li Hefsa Ulucanlar ya Ankarayê man [1976].
Wekî me programa şevê hazir dikir planê me ew bû ku Ehmed Arif jî vexwûnin û beşdarî programê bikin. Lê dihate gotin ku ew beşdarî van cure aktîvîteyan nabe. Bes bi her hal me hewildanên xwe dane dest pê kirin. Ehmed Arif daîm seredanîya dikanên pirtûkfiroşîyê yên li Çarsûya Zaferê ya li Kizilaya Ankarayê dikir. Di wê çarsûyê da dikaneke biçûk ya Remzî Înanç jî hebû: Toplum Kitabevi anku "Pirtûkfiroşîya Civakê" ku herweha bi vî navî weşangerî jî dikir. Remzî Înanç hem nivîskar hem jî weşanger bû û herweha hemşehrîyê Ehmed Arif bû anku ew jî Diyarbekirî bû. Me tika ji Remzî Înanç kir ku di vî warî da hevkarîya me bike. Wî jî hem em bi Ehmed Arif dane nas kirin û hem jî hevkarî kir ku teklîfa me qebûl bike. Ehmed Arif çawa me xwe pê da nas kirin, gelek bi rûyekî girnijînî û germ pêşwazîya me kir. Xusûsen memnûnîyeta xwe dîyar kir ku em xwandekarên ji Hekarîyê karekî wisa dikin. Hezkirina xwe, şabûna xwe da xuya kirin. Teklîfa me ya ku beşdarî "Şeva Hekarîyê" bibe qebûl kir. Helbet program jî bi dilê wî bû. Ji bo Hekarîyê sempatîya wî hebû û eve bi dilgermî jî gote me. Ji programê jî memnûn bû ku ji bilî wî, Rehmî Saltuk, Rizgarî, Şivan û çendek dî jî hebûn di programê da. Programeke dewlemend bû ku digel muzîkê komên govendê jî hebûn...
Me gote Ehmed Arifî ku em çi dîyarîyê bidenê ji ber hatina wî ya şevê. Ehmed Arif got ku li ser navê wî 1500 lîreya bidene felaketzedeyên zelzeleya Liceyê ya ku 6ê Îlona 1975ê çêbibû. Me daxwaza wî bi cih îna û ew jî dinyayek keyfxweş û şa bû.
Mixabin ku di wê şevê da Rehmî Saltuk 15.000 (Pazdeh hizar) lîre ji me wergirtin ku di wê salê da eve pareyekî gelek mezin bû. Me çend tika jê kir ku vî pareyê hinde zêde ji me wernegire, qet nebe piçekê kêm bike, lê ji ya xwe nehate xwarê. Wekî em çûyîne nik Rehmî Saltuk menajerê wî jî li rex bû ku kesekî ji TIPê bû, bi berçavk bû lê nave wî nayê bîra min. Menajerê wî mirovekî rûsar û antîpatîk bû. Di vê bazarê da gelekî hişk bû belêm Rehmî Saltuk jî zêde dengê xwe nedikir û bi vê kêm axivtinê ve jî teyîda wî dikir.
Madem di salvegera 28. ya bîrînanê da behsê Ehmed Arif tête kirin, min xwast eve jî bête zanîn.
Ehmed Arif, 15ê Kanûna Paşîn ya 1976ê beşdarî "Şeva Hekarîyê" bû, şeirên xwe yên "33 Fîşek, Adiloş Bebek, Min ji hesreta te pranga kevin kirin, Anadolu û Oy Hewar" xwandin. Bi daxwaza wî, 1500 (Hizar û pênc sed) lîre li ser navê wî ji bo komîteya hevkarîyê ya ji bo felaketzedeyên zelzeleya Liceyê hatin rêkirin. Eve xasyeteke gelek bihadar e ku divêt ev rûyê Ehmed Arifî bête zanîn. Ehmed Arif bi vê biryar û reftara xwe mezintir bû di dilê hevwelatîyên xwe da.
Lê Rehmî Saltuk 15.000 (Panzdeh Hizar) lîre bo xwe wergirtin.  
Digel vê qusûr û kêmasîya Rehmî Saltuk, dîsa ve em beşdarbûna wî ya di Şeva Hekarîyê da bi başî biha dikin ku ji xwe me vexwandibû. Wî jî hingê stranên soreşgerî gotibûn di şeva me da û me jî qîmet dabûyê. Dostayetîya wî ya digel Ehmed Arif jî hebûye ku behs dike. Lê belê, rastîya wê şevê jî ev e ya ku me behs kirî.

2 Hezîran 2019
ROJAN HAZIM