søndag den 2. juni 2019
fredag den 24. maj 2019
Bîst salîya KNKê pîroz be
"Ger dê hebûya me tifaqek" digot Xanîyê mezin di sedsala 17an da... Ev pirsa giran ya miletê Kurd berê jî hebûye ku Xanî mecbûr maye kirîye hawar û gazî ku Kurd bo vî derdê mezin çareyekê peyda bikin. Va ye em di sedsala 21an da ne û hêj jî behsê vê tifaqa ku Xanî bi kul û kesereke mezin destnîşan kirî dikin. Cihê xemê ye ku hêj jî pêknehatîye û eve astenga herî mezin e di pêşîya rizgarî û azadîyê Kurd û Kurdistanê da.
Di hemû bizavên serhildanê da mixabin ku Kurd ji ber vê egera kûr
nikarîne bigihine xwezî û daxwazên xwe yên miletiyê û welatîyê. Nebûna tifaqa
navxweyî sedsal bi sedsal berdewam bûye û bûye êş û janeke domdar û jîyana
miletê Kurd birîndar kirîye. Bîrewerên Kurd herdaîm bal kêşane ser vê jana
mezin. Behskirina vê pirsa giran ji alîyekê ve jî nîşan dide ku miletê Kurd ji
bo azadîya xwe, bo rizgarîya welatê xwe daîm di nav bizav û têkoşînê da bûye.
Lê belê, wekî Xanî gotî ji ber nebûna tifaqê jî herdaîm tûşî sedan zor û
zehmetî û derd û belayan bûye û negihiştîye wê hêvîya xwe ya bilind. Di vê
prosesa dûr û dirêj da hewildanên berfireh çêbûne ji bo pêkînana tifaqa
navxweyî. Lê mixabin dîsa ji milekê ve hisabên biçûk û tengbînîya navxweyî û li
milê dî jî planên neyaran keys nedaye ji bo pêkhatina vê tifaqa mezin ya navxweyî.
Di sedsala 20an da jî hewildanên azadî û rizgarîyê dom kirîye.
Negihiştina van armancan jî dîsa ji ber nebûna tifaqa fireh ya navxweyî bûye.
Gava dem hatîye dûmahîka sedsala 20an, careke dî ev bizava pêkînana
tifaqa navxweyî hate germ kirin. Dawîya sedsala 20an herweha demê bilindbûna
têkoşîna neteweyî bû. Paralelî vê geşîya bizava neteweyî, êrişkariya dijminan
jî di dereceyeke bilind da bû. Ji xwe ji kûrahîya dîrokê were kengî gazîya
tifaqa navxweyî hatibe kirin, di wî demî da bizava azadîxwazîyê jî germ û geş
bûye û daku ev pêşkevtin bête parastin û mayînde kirin banga tifaqa navxweyî
hatîye bilind kirin.
Di dawîya sedsala 20an da bizava azadî û rizgarîyê ya miletê Kurd di
durêyankeke wisa da bû ku hewcehî bi yêkîtîyeke mezin ya neteweyî û herweha
niştimanî didît. Piranîyeke giran ya dînamîkên polîtîk yên bizava neteweyî ya
miletê Kurd digel berpirsiyarên dî yên pêkhateyên Kurdistanê, bi rênîşanîya
tecrubeyên berê, ji bo yêkîtîyeke nû gav
avêtin û di 24ê Gulana 1999ê da Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, KNK ava kirin.
KNK ji ber hewcehîyeke mezin ya tifaqa navxweyî derkete meydanê û vucût
dît. Di wê salê da hem hêvîya azadîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê geş bû hem jî
êrişkarîyeke bêtixûb ya neyarên doza Kurdistanê hebû. Di serî da hejmareke
bilind ya temsîlkarên miletê Kurd û herwisa berpirsiyarên pêkhateyên dî yên
Kurdistanê destên xwe dane hev û avabûna KNKê di kombûna li Hollandê da îlan
kirin. Bi avêtina vê gava mezin ya di warê tifaqa navxweyî da hem şuûr û
manewîyata miletê Kurd û xelkên Kurdistanê hate bilind kirin hem jî beramberî
neyarên Kurdistanê hêz û îradeyeke hevgirtî ya navxweyî hate nîşandan.
24ê Gulana îsal
(2019) KNK dibe bist salî. Di midehê van salan da KNKê daku ew tifaqa herî
fireh ku biçûk mezin hemû dînamîkên navxweyî tê da cih bigirin, kar û xebateke
berbiçav kir. Ji bo ku şuûra neteweyî û niştimanî xurt bibe serwextîyeke mezin
pêkîna di nav xelkên Kurdistanê da. Di warên polîtîk, sivîl, ziman û bi giştî kulturê
da, kêm jî bin, xebatên giring hatin kirin. Helbet di nav vê bizava dînamîk da
xeletî, kêm û kasî û qusûr jî hatin kirin. Lê di xeta esasî ya bi dest ve înana
tifaqa neteweyî û niştimanî da xebat nehate sist kirin û hewildan bi xurtî
hatin domandin.
Îsal KNKê bîst
salên xwe tijî kirin û berê xwe daye pêşîya xwe ku bigihe wê xwezî û daxwaza
herî mezin ya ku xelkên Kurdistanê hêvî dikin.
Ji roja avabûnê
heta vê gavê, partîyên polîtîk, organîzasyonên sivîl û kesayetîyên neteweyî û
niştimanî xizmeteke mezin kirîne. Bi sedan kes di dewreyên cuda da bûne endamên
KNKê. Di vê prosesa avabûn û xebatê da keda wan hemûyan heye û ev keda wan,
xizmeta wan bihadar e. Di dirêjîya van bist salan da hejmarek endamên KNKê jî koça
dawîyê kirine û KNK wan bi dilgermî bi bîr tîne. Gelek kesan endametî kirine û
gelek kes jî vê gavê endamên KNKê ne. KNK bihayekî mezin dide kar û xebata wan
hemûyan û spasdar e.
KNK di bîst salîya
xwe da, ji bo gihiştina azadî û rizgarîya Kurdistanê bi hêvî ye. Lê KNK herweha
jî dixwaze bala hemû Kurdistanîyan bikêşe ser hewildanên fetisandinê yên li dora
Kurdistanê jî. Lewma KNK dixwaze miletê Kurd û pêkve xelkên Kurdistanê
beramberî neyarên Kurdistanê, dijî polîtîka û êrişkarîyên dewletên Tirkîye û
Îranê, desthilatdarên şoven û nijadperest yên li Bexda û Şamê di nav hişyarî û
baldarîyeke bilind da bin. Ev merkezên neyarîyê dijî doza Kurdistanê bi hev ra
hereket dikin. Li ber vê rastîyê Kurdistanî jî divêt di nav xwe da yêk bin.
Di bîst salîya KNKê
da, li başûr û rojavaya Kurdistanê rêvebirî û îdareyên xweser pêkhatine û eve
di dîroka polîtîk ya Kurdistanê da, di prosesa têkoşîna neteweyî da destkevtên
giring û bihadar in. Lê di vê bîst salîya KNKê da bi dilekî şkestî divêt bêjin
ku di navbeyna van du îdareyên xweser da tifaqeke ku miletê Kurd û hemû xelkên
Kurdistanê jê razî pêknehatîye û eve cihê xemeke kûr e. KNK di bîst salîya xwe
da ji nîveka dil hawar û gazîyê li rêvebirên polîtîk yên başûr û rojavaya
Kurdistanê dike ku ber bi tifaqa mezin ya navxweyî ve gavan biavêjin ku xelkên
Kurdistanê pê şa û bextiyar bin û neyar jî pê bişkên. KNK herwisa daxwazê ji
partî, bizav, rêxistinên sivîl û kesayetîyên neteweyî û niştimanî yên bakur û
rojhilata Kurdistanê jî dike ku di xweşkirina têkilîyên îdareyên xweser yên
başûr û rojavaya Kurdistanê da hevkar bin, destekdar bin û rênîşandar bin.
KNK herweha bi bîr
û hizireke bilind ya neteweyî û niştimanî daxwaz û tikayê ji rêvebirîyên
polîtîk û îdarî yên xweser yên başûr û rojavaya Kurdistanê dike ku di nav xwe
da, di cografyaya ku lê hukûm dikin da, huqûqê, edaletê serdest bikin, maf, azadî,
wekhevî û demokrasîyê pêşve bibin, kamil bikin û di hemû waran da jîyaneke bi huzûr
û refaheke têr û tijî ya layiqî xelkên welatî pêkbînin.
KNK li ser têkoşîna
azadî û rizgarîyê ya li bakur û rojhilata Kurdistanê bi baldarî radiweste û
herdaîm piştevan e û xwazyar e ku dînamîkên neteweyî û niştimanî xwe bikin yêk
ku bi vê hêza hevgirtî bikarin bigihine xwezî û daxwazên xwe.
KNK gazîyeke germ
li Kurdistanîyên li meydanên dîasporayê jî dike ku ji bo jîndemana xwe ya etnîk
di nav xebatên xurt da bin û bi vê dînamîzma xwe xizmeta pêşxistina doza
Kurdistanê bikin.
KNK digel hemû zor
û zehmetî, kêm û kasî, qusûr û xeletîyên navxweyî yên di prosesa azadî û
rizgarîya Kurdistanê da rû didin, geşbîn e û daxwazê ji xelkên Kurdistanê jî
dike ku ji paşeroja xwe hêvîdar bin û her bi çi halî be xebata pêkînana tifaqa
mezin ya navxweyî sist nekin û fişarê bibene ser hemû rêxistinên polîtîk ku
berjewendîyên neteweyî û niştimanî di ser her tiştî da bigirin û bo pêkînana vê
yêkîtîya mezin kar û xebateke xurttir bikin.
KNK rastbîn e û
dizane ku hem bi hebûna xwe û hem jî bi van hemû xebatên hatine kirin jî
yêkîtîya mezin ya seranserî hêj jî pêknehatîye û ji ber hindê jî KNK di
pêdivîya jîyanî ya pêkînana tifaqa mezin ya navxweyî da dê bi israr be.
KNK di bîst salîya
xwe da careke dî û bi giringî, ji baskê partî û rêxistinan bigirin heta hemû
dem û dezgehan û medyayê, bangî hemû dînamîkên neteweyî û niştimanî yên
Kurdistanê dike ku di ber bi avakirina tifaqa mezin da erkên xwe bînine cih û
xelkên Kurdistanê bigihînine vê xewn û xiyala dîrokî.
KNK di vê bîst
salîya xwe da careke dî dixwaze balê bikêşe ser zehmetîyên dijwar yên pêkînana
yêkîtîya navxweyî. Lê divêt ev zor û zehmetî, gir û giriftarî nebine sebebê
bêhêvîtîyê û divêt daîm bawerî, hêvî û daxwaza pêkînana tifaqa mezin bête
bilind kirin û xebata di vî warî da bête xurt kirin.
KNK di bîst salîya
xwe da, bi çavekî rexneyî li xwe jî dinêre û piştî tecrubeya bîsta salan ji bo
bi dest ve înana armanca tifaqa herî mezin ya navxweyî dê di nav xwe da jî
nûbûneke esasî û berfireh pêkbîne û bi hêz û enerjîyeke xurttir xwe bide ser
kar û xebata vê pêkînana yêkîtiya mezin ya neteweyî û niştimanî.
Li ber van hemû
pêşhatin, pêşkevtin, bûn û bûyer û rûdanan bîst salîya KNKê li hemû endamên
KNKê û xelkên Kurdistanê pîroz be.
Konseya Rêvebir ya KNKê
24 Gulan 2019, Bruksel
Not:
Daxuyanî, ji bo KNKê hate nivîsîn. Orîjînala tekstê ev e ya li jorî. Lê belê, mixabin ku ajansa ANFê di zimanê wê da li goreyî formata xwe guhorînkarî kirine ku eve karekî cidden ne rast e û xelet bûye.
RH
onsdag den 15. maj 2019
Hakimîyeta Tirkî!.. Heta ku zimanê fermî û ne fermî yê desthilatdarîya polîtîk ya Kurdistanê û ronakbîrên Kurd Tirkî be, halê Kurdî dê eve be!.. ROJAN HAZIM
14-15-16ê
Gulanê rojên cejna zimanê Kurdî ne... Ji
ber xatiraya kovara HAWARê, ku 15ê Gulana 1932ê dest bi weşanê kiribû, 15ê
Gulanê wekî roja Cejna Zimanê Kurdî tête pîroz kirin... Ev tradisyone Komisyona
Ziman û Perwerdeyê ya KNKê da dest pê kirin ku di sala 2006ê da ev biryare
hatibû wergirtin û ji 2007ê were jî tête pîroz kirin.
Dewleta TCê
polîtîkaya xwe ya asîmîlasyonê bi her rengî û bi metod û teknîkên nû didomîne.
Desthilata
polîtîk ya Kurdistanê jî bi israr di hemû kar û xebatên xwe da bi giranî û
esasî zimanê Tirkî bi kar tîne. Ma heke perwerdeya îdeolojîk û polîtîk di her
xelekên perwerdeya navxweyî da Tirkî hate bi kar înan dê çawa Kurdî pêş
bikeve...
Medyaya
fermî ya Kurdistanê heke hemû imkanên xwe dane weşana Tirkî, Kurdî dê çawa pêş
bikeve...
Şehridarîyên
Kurdistanê heke ji bilî fermîyeta îdarî ya zimanê Tirkî, di nav xwe da, di
têkilîyên digel xelkê da, di dana xizmetguzarîyê da Tirkî bi kar bîne dê çawa
Kurdî pêş bikeve...
Rêvebir û
kadroyên partîyên legal yên Kurdistanê heke di hemû xebat û têkilîyên nav û
derve yên xwe da Tirkî bi kar bînin, Kurdî dê çawa pêş bikeve...
Polîtîkerên
Kurd heke di hemû kom û kombûnên xwe da, tinê silavê bi Kurdî bidin û
"tiştên giring" jî bi Tirkî bêjin, Kurdî dê çawa pêş bikeve...
Kurdê sade,
an yê qelemşor, an yê xwanda, an yê xwudan pîşeyên bilind, an nivîskar, an
şair, an hunermend, an ronakbîr, an rojnamevan heke got "ez nikarim xwe bi
Kurdî îfade bikim" û axivtina xwe bi Tirkî kir, Kurdî dê çawa pêş
bikeve...
Di
çayxaneyên qedîm yên Kurdistanê da heke kaxez, domîno, hemû leyiz û hetta
tawle, ku zimanê tawleyê bi hejmarî Kurdî ye, bi Tirkî hatin leyistin, Kurdî dê
çawa pêş bikeve...
Dîndarên
Kurd, mela û alimên dînî yên Kurd, heke dîn û diyanet bi israr Erebî kirin û
dan, Kurdî dê çawa pêş bikeve...
Pêkve Kurda
heke Tirkî axivtin wekî statuyeke şehrewarî û modernî qebûl kirin, Kurdî dê
çawa pêş bikeve...
Gelek Kurda
heke hêj jî navên zarokên xwe Tirkî anjî Erebî danan, Kurdî dê çawa pêş
bikeve...
Armanca
dewleta TCê birandina zimanê Kurdî ye, asîmîlekirina Kurda ye... Duhî eve kir û
îro jî vê dike û ji pratîka wan xuya ye ku dê vê polîtîkaya xwe ya dijî mirovî
bidomînin... Ew gelek bi aşkerayî dibînin ku Kurd di bi kar înan û parastina
zimanê xwe da micid nînin... Li ber aşê asîmîlasyonê xweş têne hêran... Lewma
jî di vî karê xwe da berdewam e... Dewleta TCê baş dizane ku bikirê
asîmîlasyonê heye û ew jî bi ambalajên nû vê firoşkarîya xwe ya asîmîlasyonê
didomîne van bikirên "sade" yên Kurd!..
Kurd bi vê
asîmîlasyona dewleta TCê ve namînin, vêca xwe, xwe bi xwe jî asîmîle dikin.
Anku otoasîmîlasyonê dikin. Anku xwe bi xwe mala xwe xirab dikin, paşeroja xwe
reş û tarî dikin!..
Çi bikin?..
Em jî her roj û her seetê vê rastîyê wekî dirêşê dikene nav çavên Kurda!.. Em
dê di vê rastîyê da bi israr bin. Kî dilê xwe dihêle bila bihêle!.. Kî xwe aciz
dike bila bike!.. Heqîqeta Kurda li bakur ev e!.. Pêkve Tirkîhez in!.. Bi Tirkî
axivtinê dibine xwudan statu!.. Bi Tirkî axivtinê tac û stêrên ser milê xwe
zêde dikin!..
Li vê derê
em parantêzekê vekin...Tirkî wekî ziman, şubî hemû zimanên biyanî meqbûl e û
bila bete zanîn... Lê belê, divêt ev rastîye jî bête dîtin: Tirkî li bakura
Kurdistanê zimanê dewleta kolonyalîst ya TCê ye. Tirkî bi darê zorê li ser
Kurda tête ferz kirin. Di vê çarçoveyê da zimanê Tirkî ji teref dewleta TCê ve
wekî aletekî asîmîlator tête bi kar înan li ser Kurda... Ji ber hindê di
hissîyata Kurdan da beramberî zimanê Tirkî hessasetîyek hebe jî tebîî ye...
Dewleta TCê ji ber vê reftara xwe ya asîmîlasyonîst û bi ferzkirina zimanê xwe
Tirkî li ser Kurdan siyaneta zimanê xwe Tirkî jî dişkêne li nik mirovê Kurd...
Di tesbîta vê rastîyê da mirov di dilê xwe da wisa jî dibêje; xwezî Kurd hinde
hessas ban!..
Bi her hal,
îro rastîyek li ber çavan e; ji milekê ve dewleta TCê asîmîlasyonê dike. Li
milêdî jî Kurd bi xwe otoasîmîlasyonê dikin. Belêm encam yêk e!. Kî qazanc
dike?.. Dewleta TCê û polîtîkaya wan ya asîmîlasyonîst!..
Gelî
Kurdan!.. Li ber vê heqîqetê hûn dikarin xwe serfiraz bibînin?..
Gelî
desthilatdarên polîtîk!.. Hûn xwe serkevtî dibînin gelo di bizava doza
Kurdistanê da?.. Armanca we Kurdistaneke bêyî Kurdî ye gelo?.. Hûn bi vê
pratîka xwe ya hilweşîyayî ya di warê zimanî da xwe rûspî û serbilind
dibînin?..
Gelî
nivîskar, şair, hunermend û timamî ronakbîran!.. Ev rewşe bo we jî ne
sefaleteke bîr û hizirî ye gelo?..
Belê...
Pirêza me Kurdan ev e di warê zimanê xwe da!..
Kurdên ku
xwe gelek zana û di merkeza dinyayê da dibînin!.. Kumê xwe, şewqeyê xwe, fotorê
xwe, dersoka xwe ji serê xwe bînine xwarê û danine ber xwe û hûr û kûr
bihizirin!.. Gava zimanê Kurdî nema, gava makzimanê Kurdan Kurdî helîya, gelo
kultur, edebîyat û hunereke resen ya Kurdî dê bimîne?.. Heke we bo perwerdeyeke
kamil ya Kurdî, ku şertê esasî ev e, mûyê xwe nelivand, wextê xwe bi axivtin û
riberizên stewr û sloganên xalî borand, bi teklîfa form û modelên dûrî rastîya
jîyanê bi aqilê xelkê leyistin zimanê Kurdî dê çawa jînde bimîne?..
Bifikirin!..
Û ji ber rewşa îro ya perîşanîya zimanê Kurdî xwelîya dinyayê bi serê xwe
werkin!..
Çi tête gotin bo nufûsê?.. Li bakura
Kurdistanê û Tirkîyeyê bîst milyon Kurd. Helbet eve hejmara etnîk orîjîn e...
Başe nufûsa Kurdîaxêv çend e?... Îro ketîye bin pênc milyona... Nifşê nû jî êdî
Kurdî naaxivin!.. Paşeroja civatekê, xelkekê, neteweyekê zarok in, nifşên nû
ne... Heke ev zarokên nû têne dinyayê, çavê xwe vekine dinyaya bi zimanê Tirkî,
Kurdî dê çawa bimîne?.. Kes û hêzên ku gelek mezin diaxivin, ji makro siyasetê
milîmek nayêne xwarê çi difikirin gelo li ser vê yêkê?!.. Ev tablo tête çi
manayê?.. Anku her diçe nufûsa Kurdîaxêv kêm dibe... Heke ev xemsarî, sefalet û
perîşanîya fikrî, bêciddîyet, kibir û quretîya li nav hêzên polîtîk û bilcumle
ronakbîran bi vî şeklê heyî dom bike, qet xema nexwin hejmara Kurdîaxêvan êdî
bi milyonan nayê behs kirin, dê behsê hizaran bikin!.. Dinyaya siyasî ya
Kurdistanê, dinyaya ronakbîrî ya Kurd, sûcdar e ji vê rewşa kambax!..
Îro jî
pîrozbahîyên Cejna Zimanê Kurdî li dûv hev dê bêne dan. Lê di rastîyê da ev
pîrozbahî êdî bûyne şovên polîtîk!.. Pratîk wekî hercar dîsa ve dê her bi Tirkî
dewam bike!..
Rewş ev
e!.. Gelo çi bêjin?.. Pîroz be cejna zimanê Kurdî?..
Belê!.. Digel hertiştî dîsa ve bila pîroz
be!.. Çu guneha zimanê Kurdî nîne... Hemû neqencî, guneh û xemsarî ya rêber û
rêvebirên polîtîk û ronakbîrî yên Kurdistanê ye!.. Ev tebeqeya serdest û
elîtîst ya civata Kurdî sûcdar in!.. Bi siyaset, edebîyat, çand û hunera xwe ya
seqet û dûrî Kurdayetîya resen çi diçînin wê diçinin!.. Ma heke xelkê feqîr û
reben çi bike!..
15 Gulan 2019
ROJAN HAZIM
Abonner på:
Kommentarer (Atom)