onsdag den 10. januar 2018

Sûlava Iguazú - RH


Sûlava Iguazú di navbeyna Arjantîn û Brazîlê da ye. Bahra pitir ya sûlavê di nav tixûbên Arjantînê [% 80] da ye. Iguazú di zimanê Guaranî da tête manay Ava Mezin. Li Brazîl  [Portekîzî] Iguaçu, li Arjantîn [Spanî] Iguazú dibêjinê. Çemekî li Amerîkaya Başûr e û ji çemên Irai û Atuba ku li şehrê Curitiba digihine hev pêktêt. 1.320 Km dirêj e.

Li milê Brazîl şehrê Foz do Iguaçu, li milê Arjantin jî şehrê Puerto Iguazú hene. Herdu şehir bi pirekê bi hev ve girêdayîne.

Bilindahîya sûlavê ji 70 heta 82 mîtroyan e. Firehîya sûlavê 2,7 kîlomîtro ye.

Iguazú sala 1984ê ji teref UNESCOyê ve di nav listeya "Mîrateyên Dinyayê" da cih girtîye.

Ev sûlava wekî delalîyeke balkêş ya xwezayê ji alîyê Álvar Núñez Cabeza de Vaca ve li sala 1542ê hatîye keşif kirin.

Ji paytextê Arjantîn Buenos Airesê heta Iguazúyê 1300 KM ye û bi otobusê nêzîkî 15 seetan dikêşe.


Hetav û Claudia di navbeyna 2-5ê Kanûna Paşîn [January-2018] da seredanîya vê navçeyê kirin û heta ber vê sûlava mezin çûn û ev resmên delal kêşan.
NOT: Agahîyên li ser Sûlava Iguazúyê yên di medyayê da heyî bi kurtî me dan.
 

tirsdag den 9. januar 2018

Sara Sakîne, Rojbîn Fîdan û Ronahî Leylayê bi bîr tînin



Sê kulîlkên azadîyê; Sara Sakîne, Rojbîn Fîdan, Leyla Ronahî û Paris



Sê kulîlkên azadîya Kurdistanê li Parisê hatin kuştin. Paris deyndar e çiku nikarî sê şêrejinên Kurdistanê biparêze. Serê Parisê şor e çiku perdeya li ser vê kuştinê ranake.

9ê Kanûna Paşîn [January] ya sala 2013ê. Li nîveka Parisê, di Buroya Informasyona Kurdistanê da ev sê jinên egîd ji teref istixbarata dewleta Tirkîyeyê [MIT] ve hatin kuştin.

Sara Sakîne [Cansiz] yêk ji damezrênera PKKê û polîtîkera jîr û têkoşer ya Kurdistanê. Rojbîn Fîdan [Dogan]  berpirsiyara KNKê li Parîsê û Leyla Ronahî [Şaylemez] têkoşera bizava azadîya Kurdistanê. Sê şoreşgerên doza Kurdistanê. Sê xebatkarên aktîv yên bizava jinên Kurdistanê. Sê jinên ku timamî jîyana xwe fedayî doza Kurdistanê kirî. Sê jinên bi fikir û pratîka xwe ve nimûne ku di ber doza Kurdistanê da canê xwe gorî kirin.

Dewleta Tirkîyeyê ev hersê jinên têkoşer bi zanahî û bi plan kirine hedefa xwe û kuştin. Kuştina van şêrejinan hem ji alîyê kesayetî ve, hem ji alîyê demî ve hem jî ji alîyê mekanî ve tesadufî nebû. Sê polîtîkerên aktîv yên bizava azadîya Kurdistanê û di ser da jî jin. Di têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da rola jinan gelek li pêş e û Sakîne di vê bizavê da sembol e. Rojbîn jineke ku di warê dîplomasîyê da aktîv e. Leyla jineke ku di nav nûciwanan da ber bi çav e. Wekî dem 2013 pêşkevtina prosesa diyaloga çareserîyê ye ya ku ji teref serokê PKK-KCKê Abdullah Öcalan ve hatîye dest pê kirin. Wekî mekan jî avahîyê kar û xebata dîplomasîya Kurdistanê ya li Parisê.

MITê kuştina van têkoşerên bizava neteweyî ya Kurdistanê di nav van hersê şert û mercan da plan kir û kiryara xwe jî bi cih îna. Gelek bi plan bû çiku lolebkêşê xwe di nav midehekî dirêj da li nav civata Kurdên li Parîsê bi cih kiribû. Dewleta Tirkîyeyê bi vê operasyonê ve xwast insiyatîva bizava azadîyê ya Kurdistanê ya di destpêka prosesa çareserîyê da sabote bike, bişkêne. Hilbijartina Parisê jî bi zanahî bû çiku Fransayê hem li başûr hem jî li rojavaya Kurdistanê destek dida doza Kurdistanê.

Di dengvedana kuştina polîtîkerên jin yên doza Kurdistanê da bizava azadîyê ya Kurdistanê û bi giştî Kurdan tesbîteke rast û di cih da kirin û aşkera gotin ku dewleta Tirkîyeyê ji kuştina wan berpirsiyar e û bang li dewleta Fransayê kirin ku li ser vê adresê raweste û beramberî vê terora dewleta Tirkîyeyê ya li Parisê pozisyoneke ciddî werbigire.

Ji ser şehadeta van hersê têkoşeran pênc [5] sal derbazbûn lê hêj jî dewleta Fransayê perdeya li ser kiryarê ranekirîye. Lolebkêşê kiryarê di hefsa Parîsê da mir lê li ser vê mirinê jî şik heye. Ji ber ku piştî mirina vî lolebkêşê MITê dadgeha Fransayê dosyaya vê bûyerê rakire nav toza arşîvê.

Lê belê Kurd ji serî pê ve gelek bi giringî li ser dosyayê rawestan û planê operasyona MITê aşkera kirin. Herî dawîyê KCKê bi navê Sara Sakîneyê operasyoneke leşkerî li ser MITê kir û du ajanên ku di nav çerxa MITê da berpirsiyar girtin û bi lêpirsîna li ser wan belge û itirafên li ser kuştina sê polîtîkerên jin yên Kurd li Parisê dane çapemenîyê. Ji belge û itirafên elemanên MITê bi zelalî xuya ye ku bi navê dewleta Tirkîyeyê, hukûmeta Erdoganî fermana vê kuştinê daye û MIT jî ji bo pratîka vê kiryarê wezîfedar kirine.

Dewleta Fransayê spesifik di vê pirsê da di nav xeletîyeke mezin da ye. Istixbarata Fransayê, hukûmeta Fransayê, dadgeha Fransayê gelek aşkera dizanin ku MITê ev kiryare kirîye û dewleta Tirkîyeyê sûcdar e. Ev kiryare ji alîyekê ve tecawuza li ser dewleta Fransayê ye lê mixabin dewleta Fransa ji ber berjewendîyên ekonomîk yên digel dewleta Tirkîyeyê xwe nade ber ronkirina vê kiryara terorane ya dewleta Tirkîyeyê ya li ser axa xwe.

Ji alîyê Kurdan ve kiryar ji hemû cepheyan ve ron û zelal e. Kurdan bi hemû zanîn û belgeyan ve dewleta Fransa agehdar û serwext kirîye. Çar roj berî salvegera pêncemîn ya vê terora dewleta Tirkîyeyê, serokê dewleta Tirkîyeyê û herweha fermandêrê vê kuştinê Teyîb Erdogan seredanîya Parisê kir û li Seraya Elysee ji teref serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hate pêşwazî kirin û rêze peymanên ticarî hatin îmza kirin. Fransa di têkilî û ticareta digel dewleta Tirkîyeyê da helbet serbest û azad e. Lê heke ev polîtîka bibe sebebê peçinîna dosyaya kuştina sê polîtîkerên jin yên Kurd hingê heqê Kurdan e ku bi dengekî bilind gazindeyê ji dewleta Fransayê bikin.

Ji pratîka van pênc salan xuya ye ku dewleta Fransa reftareke layiqî demokrasîya xwe nîşan nade ku ev kuştine ji her alî ve bête ron kirin û dewleta Tirkîyeyê bête mehkûm kirin. Lewma ev helwesta negatîv ya dewleta Fransa dilê Kurdan bi zêdehî ve diêşîne. Kurd bi giştî xwe hevçeperê demokrasîya Yêkîtîya Ewrûpayê dibînin ku Fransa yêk ji merkezên giring ya Yêkîtîya Ewrûpayê ye.

KNK di salvegera pêncemîn ya vê komkujîya sê polîtîkerên jin yên Kurd da bi giringî daxwazê ji dewleta Fransa dike ku dosyaya kuştina Sakîne, Fîdan û Leylayê li goreyî normên huqûq û demokrasîyê bidine vekirin û rê bidin ku dadgeha Parisê biryareke adil bide û dewleta Tirkîyeyê bête ciza kirin.

KNK van hersê têkoşerên doza Kurdistanê bi hesreteke mezin bi bîr tîne.

Ew dê herdaîm di dilê me da bin û nayên ji bîr kirin.



Konseya Rêvebir ya KNKê

6.1.2018, Bruksel



NOT:

Ev nivîs bo KNKê hatîye nivîsîn-RH

tirsdag den 2. januar 2018

Li Rojhilata Kurdistanê û Îranê daxwaza mafan


Di serî da xelkê Kurd û hemû xelkên Îranê dijî rejima xwûnavî ya Şah Pehlewî şoreşeke efsanewî kirin di serê sala 1979ê da û li serê Sibata 1979ê jî Ayetullahan dest dana ser wê şoreşa xelkên Îranê û mixabin piştî rejima Şah ya dîktatorî êdî rejimeke kevneperest ya dînî û mezhebî bû belaya serê xelkên Îranê. Ji hingê were rejima Ayetullahan timamî Îran kire zîndan bo xelkan. Hingê tinê xelkê Kurd û pêşengên wan ev zulma Ayetullahan qebûl nekir û têkoşîna xwe bi her rengî domandin û serî li ber zulma rejima Ayetullahan neçemandin. Ew roj yêk û heta îro xelkê me yê rojhilata Kurdistanê bo daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk bêyî rawestan têkoşîn da û îro jî didomîne.

Ayetullahan piştî ku li 79ê şoreşa xelkên Îranê dizîn û sîstemê xwe yê ji dewrê Şah xirabtir tehkîm kirin, xelkên Îranê ber bi dinyaya xwe ya tarî ve birin. Ayetullahan ji hingê were zengînîya Iranê talan kirin, jîyan li xelkan heram kirin. Rejima Ayetullahan bi sîstemê xwe yê nava Îranê neman dest bi ixraca siyaseta xwe ya dînî û mezhebî kirin li timamî rojhilatanavîn. Li kî derê zulm û zor û jîyana kevneperestî pêş ket rejima Ayetullahan piştevanîya wan kirin. Ji Lubnanê heta Sûrîyeyê, ji welatên Xelîcê heta Afganistanê destê xwe yê xwûnavî dirêjî her derê kirin.

Di nava Iranê da ji mafê mirovan heta mafên neteweyî yên xelkên Îranê hemû binpê kirin. Her dengê mixalif an zîndanî kirin an bi îdaman birîn. Li rojhilata Kurdistanê siyaseteke hov bi kar înan. Li beramberî her daxwaza heq û mirovî ya Kurdan bi kuşt û kuştdarî bersiv dan. Îran wekî mejîyê xwe kirine welatekî reş û tarî. Bi taybetî jîyan li jinan kirin zîndan. Jin kirine nav çarşeva reş û tarî. Xulase Ayetullahan Iran seranser kirine zîndan bo hemû xelkan.

Lê jîyê zulmê dirêj nîne. Ji rojên dawîya meha 12an ya sala çûyî [2017] were xelkên Îranê nerazîbûna xwe dane der û li cade û kolanan dijî vê rejima har û hov dengê xwe yê heq bilind dikin. Ji Meşhedê heta Kirmanşanê xelkên Îranê rabûne ser pêya. Nanê xwe yê ku ji gewrîya wan hatîye derêxstin dixwazin. Sifreya xwe ya ku ji terefê Ayetullahan ve hatîye talan kirin dixwazin. Jin azadîya ku bi çarşeva reş ji wan hatîye standin dixwazin. Xwandekar mafê xwandinê dixwazin. Karker, karmend jîyana ku ji wan hatîye dizîn dixwazin. Kurd, Belûc û xelkên dî yên hatine bindest kirin mafên xwe yên neteweyî û demokratîk dixwazin. Hemû xelkên Îranê azadîyê dixwazin.

Rejima Îranê ya Ayetullahan êdî nikare bi siyaseta xwe ya heta nihe bimîne. Daxwaza xelkên Îranê heq e, adil e û meşrû ye. Dinyaya ku bawerî bi van mafan heyî piştevanê xelkên Îranê ye. Rejima Ayetullahan li şûna ku guhê xwe bidine van daxwazan dîsa ve wekî hercar darê zorê girtine destê xwe û şiddetê bi kar tînin ku heta nihe gelek sivîlên ku daxwaza mafên xwe dikin hatine kuştin.

Pêla xelkên Îranê ya ku eve çend roje li Îranê dest pê kirî rûavkî nîne. Ev pêle ji kûrahîyê tên. Sloganên têne avêtin, cisareta tête nîşandan, firehbûna serhildanê û beşdarîya mirovan her diçe zêde dibe. Eve tam serhildan e dijî rejima zalim ya Ayetullahan. Ji bizava van çend roja tête dîtin ku xelkê me yê rojhilata Kurdistanê bi giringî xwe nîşan dide û li bajêrên Kurdistanê nerazîbûneke berbiçav heye. Ev serhildane bizaveke demokratîk e dijî rejima kevneperest û dîktatorî ya Ayetullahan. Rejima Ayetullahan êdî nikare bi zulmê jîyê xwe dirêj bike. Ev pêla rabûyî dê bi xwe ra pêlên mezintir bîne. Di serî da xelkê me yê li rojhilata Kurdistanê û hemû xelkên Îranê  divêt vê rabûnê bi başî û hostahî bixwûnin û li goreyî wê pozisyonê werbigirin. Heke ev pêla serhildanê nebe tsunamî mumkun e ku ji teref rejima Ayetullahan ve bête tepisandin. Rejim dikare dîsa ve bi sedan hîle û dek û dolaban serê vê rabûnê jî bixwe û careke dî xwe ji vê krîza kûr xilas bike. Lewma di serî da xelkê me yê rojhilata Kurdistanê, xelkên Îranê û hemû dostên xelkên Îranê divêt piştevanîyeke xurt bi hevdu ra bikin daku bikarin li ber êrişkarîya vê rejima dijî mirovî xwe rabigirin.

Em wekî KNK vê rabûna xelkên Îranê heq û meşrû dibînin û piştevanîyê dikin. Ji rojhilata Kurdistanê heta seranserê Îranê divêt xwazyarên demokrasîyê destê hevdu bigirin û zûtirîn dem tifaqeke xurt pêkbînin û xwe bikine alternatîv û rêya rast nîşanî xelkên Îranê bidin.

KNK bi taybetî daxwazê ji hemû hêzên rojhilata Kurdistanê dike ku vî demî gelek bi giringî hilsengînin û wextê xwe bi munaqeşeyên bêbina serf nekin û programeke lezîn ya daxwazên xelkê me yê rojhilata Kurdistanê amade bikin. Xelkê me yê rojhilata Kurdistanê, rêvebirên siyasî û demokratîk divêt nava mala xwe safî bikin daku bikarin digel berpirsiyarên xelkên dî yên Îranê li ser programeke demokratîk ya seranserê Îranê li hev bên.

Serhildana xelkên Îranê heke zûtirîn dem li ser zemînê programeke demokratîk û adil bête organîze kirin hingê ev rabûna îro dikare guhorîneke mezin li Îranê pêkbîne. Mesaja xelkan aşkera û zelal e û ew jî guhorîneke esasî ye anku azadî ye, demokrasî ye, edalet e. Xelkên Îranê berî nan daxwaza azadîyê dikin ku eve giring e û divêt ev xale ji teref rêvebirên siyasî yên opozisyona rejima Ayetullahan ve baş bête dîtin.

Xelkê me yê rojhilata Kurdistanê mil bi milê xelkên Îranê xwudanê vê daxwaza heq û meşrû ye. Nan û azadî anjî azadî û nan êdî paralelî hev bûyne slogana guhorîna Îranê. Li pişt vê slogana guhorîna Îranê divêt tifaqeke herî fireh bête vehûnandin.

Serkevtin dê ya xelkê me yê rojhilata Kurdistanê û hemû xelkên Îranê be.



Konseya Rêvebir ya KNKê

2. 1. 2018, Bruksel



Not:

Ev daxuyanî ji bo KNKê hatîye nivîsîn.-RH

mandag den 1. januar 2018

Di sala nû, 2018ê da Kurdistan û Rojhilatanavîn



Saleke nû, 2018ê dest pê kir û pirs û pirsgirêkên sala çûyî dewrî sala nû bûn. Dilê vê navçeya mezin Kurdistan e û mixabin welatê me jî ji arêşe, krîz, gir û giriftarî û zulm û zora li rojhilatanavîn heyî bi zêdehî ve bahra xwe werdigire.

Nasyonalîzma negatîv, nijadperestî, dînperestî û statukoperestîyê û herweha zihnîyeta hegemonîk û antî demokratîk têra xwe zulm û zor hakimî rojhilatanavîn kirîye. Ji xelkên bindest heta çîn û navçînên mexdûr yên civatê pêkve di nav vê çembera agirî da têne periçandin. Ne azadî, ne demokrasî, ne wekhevî, ne huqûq, ne dad û dadyarî heye li vê navçeyê. Hemû mafên mirovî hatine binpê kirin, adeta hatine qetil kirin.

Kolonyalîzma Tirk, Fars û Erebî û serdestên van miletan, bi hebûna dewletên Tirkîye, Îran û zihnîyeta antî demokratîk ya hakimî Bexda û Şamê rojhilatanavîn ya hinde bi xêr û bêr bo xelkan kirîye cehnem. Pan-Tirkîzm, Pan-Îranîzm û Pan-Erebizmê digel teessubîya kevneperest ya dînî û mezhebî jîyan li Kurd û Kurdistanê heram kirîye. Di vê cografyaya ku sîstemên zalim lê hukum dikin da xelkê Kurd digel xelkên hevqeder yên welatî xebat û têkoşîneke dijwar didin ku li şûna van sîstemên zalim, sîstemekî demokratîk û adil ava bikin. Lê nahêlin. Tirkîye, Îran, Bexda û Şam nahêlin ku di vê okyanûsa antî demokratîk ya rojhilatanavîn da Kurd digel xelkên bira giravekî azad, demokratîk û mirovî biafirînin.

Di prosesa bi dest ve înana mafên neteweyî û mirovî da Kurda digel hevwelatîyên xwe yên ji etnîk orîjînên cuda li başûr û rojavaya Kurdistanê statuyên xweser ava kirin lê ev merkezên dagîrker nahêlin ku li van navçeya sîstem rûne û xelkê xwecih bibe hakimê qedera xwe. Di vî midehê du-sê salan da bûn û bûyerên provakatîv yên li başûr û rojavaya Kurdistanê têne dîtin ku esas armanc rê li ber pêşveçûn û avabûneke neteweyî û demokratîk girtine, pêkve bi destê van merkezên dagîrker ve têne plan kirin û pratîze kirin.

Ev dewletên statukoperest nahêlin ku nûbûnek li navçeyê pêkbêt. Xelkê Kurd digel xelkên dî yên li Kurdistanê hewil dide ku statukoya qedîm nemîne daku li şûna vê statukoya dijî mirovî bi statuyên nû û demokratîk sîstemekî nû damezrîne ku navçe pêkve bigihe tenahî, huzûr û rehetîyê.

Sîstemên zalim yên navçeyê bo hemû xelkên navçeyê ji nexweşîyê pê ve tiştek neînaye. Lê Kurd digel welatîyên xwe dixwazin navçeyê biguhorin, nûve bikin û rojhilatanavîn bikine warê azadî, demokrasî, dadî û wekhevîyê.

Mixabin dinya jî beramberî zulma van dewletên dagîrker pozisyoneke radîkal û demokratîk wernagirin û bi domandina têkilîyên gelek teng yên berjewendîperest yên digel van dewletên dagîrker xwûnê didine van rejimên dijî mirovî.

Qewimînên 2017ê têra xwe ronker in ku Kurd digel hevqederên xwe ji bo hemû maf û azadîyan û demokrasîyeke kamil xebat û têkoşîneke hevrayî bidin.

Herwisa Kurd û hevwelatîyên xwe jî divêt di çarçoveya statuyên xwe yên heyî da jîyana xwe bi refah û dewlemendîyê ve têr û tijî bikin, di nav xwe da azadî, wekhevî, demokrasî û dad û dadyarîyê serdest bikin.

KNK prosesa îro li rojhilatanavîn tête jîyan gelek xeternak dibîne û daxwazê ji miletê Kurd û xelkên dî yên Kurdistanê û herweha ji rêvebirîyên sosyopolîtîk û sosyokulturel yên Kurdistanê dike ku beramberî vê çûyîna ne bi xêr, bi rê û rêbazeke nû û demokratîk û hevgirtî têkoşîna maf, azadî û demokrasîyê li ser zemînekî herî fireh organîze bikin ku bikarin bi tifaqî encamên li goreyî daxwazên xwe bi dest ve bînin.

Dînamîkên ku azadî, wekhevî, demokrasî û edaletê dixwazin li ser heqîyê ne û divêt zûtirîn dem hêzên xwe bikine yêk ku bikarin rêya serkevtinê vekin û bi vê rêyê bigihine armanca xwe.

Pêşhatinên li navçe û Kurdistanê rûdidin têra xwe dersdêr in ku hemû dînamîkên dijî sîstemên antî demokratîk û rejimên statukoperest tifaqa xwe pêkbînin û bi vê hêza yêkbûyî jîyana xelkên navçeyê xweş û geş bikin.

KNK bi hêvî ye ku di vê sala nû da, di sala 2018ê da xeletî û kêm û kasîyên sala çûyî neyêne dubare kirin û bi hevgirtineke herî fireh ber bi armanca mezin ve pêşve biçin.

Serkevtin ya neteweyê Kurd, xelkên dî yên li Kurdistanê û hemû xelkên bindest e.

Binkevtin ya van rejimên zalim, statukoperest, dagîrker û kolonyalîst e.

Bi vê bîr û bawerîyê û digel daxwaza serkevtinê careke dî sala nû ya hemû xelkên Kurdistanê pîroz dikin.



KNK-Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê

01. 01. 2018, Bruksel



Not:

Ev nivîs wekî perspektîv ji bo KNKê hatîye nivîsîn.-RH