søndag den 14. maj 2017

14-15-16ê Gulanê, Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be - ROJAN HAZIM



Bêdadîya bi serê zimanê Kurdî hatî bi serê kêm zinanan hatîye. Ji dewrê kolonyalîzma Fars û Osmanîyan were Kurdî wekî ziman rehetî nedîtîye, tûşî her reng zulm û zorê, bêdadî û kirêtîyê hatîye. Li rojhilatê zimanê Farsî, li başûr û rojavayê Erebî û li bakur jî Tirkî bi rêya desthilatdarên Fars, Tirk û Ereb li ser Kurdan hatîye ferz kirin ku zimanê xwe Kurdî bi kar neyînin. Ji bilî dagîrkerî, kolonyalîzm û desthilatdarîya polîtîk û îdarî ya Erebî, îslametîya bi Erebî jî di asîmîlekirina zimanê Kurdî da hatîye bi kar înan. Hindî ji destê van desthilatdaran hatî xwastine Kurdî wekî ziman asîmîle bikin û heke ji wan bêt ji rûyê erdî rakin û di nav rêza zimanên mirî da bi cih bikin.

Dewran bi dilê wan neçû û Kurdan zimanê xwe bi rik parastin, bi kar înan. Kurdî wekî ziman jînde ma. Bi rêya folklorê, edebîyatê, jîyana aborî, ya sosyal, ya eşîrî û formên dî...

Îro Kurdî jînde ye belêm hêj jî birîndar e. Li başûra Kurdistanê bi avabûna statuya fermî ya îdarî û polîtîk bû zimanê perwerdeyê û hêdî hêdî pêşdikeve. Li rojavaya Kurdistanê jî ber bi bûna zimanê fermî, îdarî û perwerdeyê ve ye. Lê li rojhilat û bakura Kurdistanê ne rejima Îranê nejî ya TCê rê nadin ku Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û nahêlin ku Kurd bi xwe jî dibistan, xwandingeh û zanîngehan ava bikin ku bi zimanê xwe Kurdî perwerdeyê bidin.

Eve rûyekî madalyonê ye. Rûyê dî yê madalyonê jî perîşanî, xemsarî, bêrêzîya Kurdan bi xwe ye. Kurd bi taybetî li bakur rêzê li zimanê xwe nagirin. Ji polîtîkaya asîmîlasyonîst ya TCê aciz in, ji TCê dawa dikin ku mafê perwerdeya zimanê Kurdî bide belêm ew bi xwe biha û qîmetê zimanê xwe Kurdî dişkênin, bêrêzîyê beramberî zimanê xwe dikin. Bi taybetî elîta polîtîk ya Kurd ku karê organîzatîv yê polîtîk bo doza Kurd û Kurdistanê dikin, bi vê doza mezin ve rabûne lê hem hemû kar û xebata xwe ya polîtîk û oreganîzatîv bi zimanê Tirkî dikin, hem jî di jîyana rojane da Tirkî bi kar tînin, digel hev bi Tirkî diaxivin. Elîta polîtîk û ronakbîr ya Kurd bi vê reftara xwe ya negatîv ya ji alîyê zimanî ve di nav paradokseke mezin û kûr da ne.

Rêxistinên Kurd li ser doza Kurd û Kurdistanê "makro polîtîka"yê dikin, gotinên mezin dikin, mezin diaxivin belêm vê kiryara xwe jî bi Tirkî dikin. TC dibêje zimanê dewletê Tirkî ye û elîta polîtîk ya Kurd jî di pratîkê da vê fermana TCê herfîyen bi kar tînin û zimanê wan yê fermî jî Tirkî ye. Îro li bakura Kurdistanê zimanê fermî yê hemû organîzayonên Kurd yên sosyo-polîtîk, sosyo-kulturel û sosyo-ekonomîk bi timamî Tirkî ye.

Nihe ji bo vê paradoksê çi bêjin? Çi bêjine van organîzasyonên ku bi navê Kurd û Kurdistanê polîtîkayê dikin lê zimanê wan ne Kurdî ye? Çi navî li vê reftara wan bikin? Çi bêjine vê kirêtîya wan? Çi bêjine vê rûreşîya wan? Elîta polîtîk ya Kurd li bakur gava kom û kombûnên xwe dikin bi van hevokan dest bi axivtina xwe dikin: "We silav dikim.". Her ev hevoke bi xwe jî rezalet e, dûrî lojîka zimanê Kurdî ye û tercumeya Tirkî ye û bi timamî li goreyî qalibê zimanê Tirkî bi kar tînin. Paşê axivtina xwe bi van hevokan didomînin ku ji hevoka silavê zêdetir rezalet e, kirêt û lewitî ye: "Nihe ez dê axivtineke gelek giring ji bo we bikim lewma dê bi Tirkî biaxivim...". Kerem bikin, bi hevokeke form Tirkî goya bi Kurdî silavê dike û paşê jî axivtina xwe ya "giring" bi Tirkî dike!.. Anku axivtina sivik û ne giring dê bi Kurdî be lê ya giran û giring dê bi Tirkî be!..

Polîtîkerên Kurd, nivîskar û ronakbîrên Kurd li bakur xwe bi vê reftarê dihetikînin, xwe rezîl dikin, xwe dişkênin, xwe gelek biçûk dikin lê ma xema wan e... Bawer bikin misqalekê xemê ji vê kirêtîya xwe naxwin. Hizar caran bêjin jî ew dîsa ve bi ya xwe dikin û zimanê xwe, Kurdî binpê dikin. Di eslê xwe da xwe binpê dikin, li pêş dagîrkeran, kolonyalîst û asîmîlatoran zimanê xwe Kurdî pûç dikin.

Ji ber vê xemsarî û bêpersiyarîya elîta Kurd ya polîtîk û ronakbîrî, Kurdî li bakur hind paşkevtî ye ku nufûsa Kurdîaxêv her diçe kêm dibe. Îro bakura bakur li Kurdistanê asîmîle bûye. Ji Qers, Ardahan, Erzerom, Erzincan, Xarpêt-Elezîz, Meletî, Sêwas heta Meraşê, kêm kitek tê ne, di nufûsa nivşê nû da hema bêjin Kurdîaxêv nemane. Kurdîaxêvî li başûra bakur û navçeyên sentrala Kurdistanê maye ku nihe ew der jî rû bi rûyî tehlîkeyeke mezin ya asîmîlebûnê ne. Nufûsa Kurdîaxêv li bakura Kurdistanê ji nufûsa sosyolojîk gelek kêmtir e. Heke nufûsa sosyolojîk, nufûsa etnîk orîjîn 20 milyon be, nufûsa ku bi zimanê xwe Kurdî diaxive ketîye bin deh [10] milyonî hetta mirov dikare bêje ku nufûsa Kurdîaxêv li dora 5-6 milyonî ye. Ev encama trajîk ne tinê sûcê TCê ye, herwisa sûcê Kurdan bi xwe ye jî. Lê belê, esas sûcdarên di nav Kurdan bi xwe da jî elîta polîtîk û ronakbîr in. TC di pratîka Kurdan da dibîne ku asîmîlasyon encama ku ew dixwazin dide ji ber vê yêkê jî hem mengeneyê li ser zimanê Kurdî zêdetir dişidîne, hem jî rê nade perwerdeya Kurdî. Ma boçi nekin, asîmîlasyon encam dide û ji ber hindê jî her diçe axivtina Kurdî kêm dibe lewma jî polîtîkaya xwe ya qedîm ya asîmîlasyonê bi israr didomînin. TC asîmîlasyonê dike, elîta polîtîk û ronakbîr ya Kurd jî otoasîmîlasyonê dike. Encam derdikeve yêk dergehî û ew jî helyan û pûçbûna zimanê Kurdî ye.

Helbet eve mijareke kûr û dûr e û divêt li ser bi giringî bête rawestan. Lê me xwast bi munasebeta "Cejna Zimanê Kurdî" hema wisa bi kurtebirî careke dî balê bikêşine ser vê mijara man û nemana zimanê Kurdî li bakur.

Bi her hal zimanê Kurdî jînde ye, namire. Belêm li bakur gelek lawaz û birîndar e ku yêk ji serê sebeban jî Kurd bi xwe ne. Paşeroja zimanê Kurdî ronahî ye, ji ber ku paşeroja Kurd û Kurdistanê geş û ronahî ye. Lê li bakur gava wext hat û Kurdan li welatê xwe Kurdistanê her bi çi rengî be statûya xwe binecih kirin, mixabin ku nufûsa Kurdîaxêvan dê kêm bimîne û ev nufûsa kêm jî dê tesîreke gelek negatîv li kivşkirina tixûbên cografî jî bike. Anku hem nufûsa Kurdîaxêv dê kêm be, hem jî tixûbên cografî dê teng bin. TC vê dike û Kurdên ku li zimanê xwe xwudan dernakevin jî avê dikêşine ser aşê asîmîlasyona TCê!. TC dijmin e û kar û armanca wan ev e!. Lê Kurd? Gava Kurd bi xwe vê bêdadîyê li xwe bikin dibe çi?

Esas xwekujî ev e!. Esas xwe pûç kirin ev e!. Esas xwe rûreş û şermizar kirin ev e!. Elîta polîtîk û ronakbîr ya Kurd bûyne asîmîlatorên zimanê xwe Kurdî!.

Nihe bi dengekî bilind bêjin, rûyê her reng asîmîlatoran spî be an reş be!.

Digel hemû prosesên negatîv û nexweş jî Kurdî wekî ziman dê serbikeve û cihê layiqî hebûna xwe bibîne.

KNKê li 2006ê sê roj; 14-15-16ê Gulanê kirine rojên cejnê bo zimanê Kurdî. Ji 2007ê were tête pîroz kirin. Gaveke giring bû û nihe bûye tradisyon û tête pîroz kirin. Cejna Zimanê Kurdî hişyarî û serwextîya li zimanê xwe xwudan derketinê jî gur û geş dike.

Bi vê munasebetê bila Cejna Zimanê Kurdî li Kurd û Kurdistanê pîroz be!



ROJAN HAZIM
14-15-16 Gulan 2017


mandag den 1. maj 2017

1ê GULANê PÎROZ BE - ROJAN HAZIM



1ê Gulanê cejnek e ku bi kedeke mezin ya karkeran hatîye bi destêxistin.
1ê Gulanê, Cejna Karkerên Cîhanê ya Navneteweyî Pîroz Be
Karker û kedkarên herî mezin jin in, ew afirandêr in, ew mak in, bila li wan pîrozbe.
Bêyî ferq û cudahîya cinsîyetî cejna hemû karker, kedkar û xebatkarên cîhanê bila pîroz be.
Pêşmerge û Gerîlla karkerên rizgarî û azadîyê ne, bila li wan pîroz be.
Ronakbîr, nivîskar karker û kedkarên qelem û bîr û hizirê ne, bila li wan pîroz be.
1ê Gulanê bila li her kesê ku jîyana xwe bi xuha enîya xwe diafirîne, ava dike û bi rê ve dibe pîroz be.
Kar, ked û xebata herî mezin ew e ya ku ji bo rizgarîya Kurdistanê tête dan: 1ê Gulanê bila li xelkê Kurd pîroz be ku ew hemû pêkve ji bo azadîya xwe, rizgarîya welatê xwe kedeke mezin didin, bedelên giran didin, ya herî giring tiştê herî pîroz canê xwe didin.
1ê Gulanê bila li hemû xelkên cîhanê pîroz be.

1 Gulan 2017



mandag den 24. april 2017

Jenosîda 1915ê: Osmanî, Jonturk, Ittihad Terakkî û TC sûcdar in - ROJAN HAZIM




Ji Osmanîyan heta TCya îro pêkve berpirsiyar in ji wê jenosîda 24ê Nîsana 1915ê.

Eynî zihnîyet û sîstem îro jî berdewam e. Li ser Kurdan jî provayên jenosîdê têne kirin. Mesele ew e ku nikarin. Ne dem ew dem e, ne rewş ew rewş e, ne dinya ew dinya ye, nejî Kurd ew Kurdên berê ne. Guhorîneke mezin pêkhatîye. Heke ji nîveka dilê xwe dixwazin ku wê aqîbeta bi serê Ermenîyan, Suryanî-Kildanî-Nestûrîyan, Cihûyan, Rûman û Kurdên Êzidî înayî îro hêj zêdetir bi serê Kurdan bi giştî bînin. Belê mesele ew e ku neşên, jê nayê. Berxwedana Kurdan heye û xurt e. Nufûseke boş, nufûseke aktîv û dînamîk, hişyarî, zanîn û têgihiştinîya îro ya Kurdan rê nade wan ku bikarin wê zihnîyeta xwe ya dijî mirovî, wê polîtîkaya xwe ya qirêj di pratîkê da bi cih bînin.

Ermenî jenosîd dibêjin ku hemû mirovahîya mirov jî wisa dibêje. Suryanî-Kildanî Seyfo dibêjin ku mirovahîya mirov jî wisa dibêje. Êzidî Ferman dibêjin ku mirovahîya mirov jî wisa dibêje.

Kurd ji serî were jenosîd anjî qirkirin û komkujî dibêjin.

Esasen herçar dewletên ku Kurdistan kirine kolonî li ser Kurdan kiryarên jenosîdal bi kar înane.

Operasyonên TCê yên li Dêrsim [1938], Hekarî [1924-1930], Agirî [1930], Zîlan [1930] û vê dawîyê jî li Roboskê [2011] û Gever, Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopî û Şirnexê [2015-2016] hatine kirin kiryarên jenosîdal in.

Bi bombardumana li Qelediz û Silêmanîyê [24 Nîsan 1974] ya rejima Beasa Seddam armanc jenosîd bû.

Enfala di demê Seddam da [1988] li Kurdan hatîye kirin jî rengekî jenosîdê bû.

Herwisa komkujîya Helepçeyê [Adar 1988] jî jenosîd bû.

Rejima Beasa Sûrîyeyê ji di wext û zeman da bi polîtîkayên "Kemera Erebî" [1963] bi eynî zihnîyeta jenosîdê hereket dikirin.

Ma Îran kêmtir bûye? Di salên 1980yî da li gundên Kurdistanê metodên jenosîdal bi kar tînan ku li Qarneya Mehabadê, li Sofîyana Nexedeyê ew tişt kirin.

Ev sûcê mirovahîyê, jenosîd divêt bi gotina xwe ya vekirî û zelal bête bi kar înan. TCê ambargoyeke mezin danaye ser vê gotinê. Herkesê vê gotinê bi kar bîne li goreyî wan "sûc"î dike!..

Dijî her reng zihnîyet, polîtîka û pratîka dijî mirovî, qetlîamkar û jenosîdal ya TCê divêt ev "sûc"e bête kirin...

Her Kurdê ku vê gotinê bi kar neyîne her di serî da digel xwe û armancên xwe yên humanîter, digel têkoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê ya antî kolonyalîst dikeve nav tezadê.

Îro gelek xelkên kêmanî yên Kurdistanê digel Kurdan hevçeper û hevcephe ne, mil bi  milê Kurdan têkoşîna azadîyê didin dijî TCê.




Ermenî û Suryanî-Kildanî ji wan xelkan in. Di nav partî-cephe ya HDPê da, ku bi giranî li ser bingehê nufûsa Kurd û wekî welat jî li Kurdistanê bi hêz û organîze ye, temsîlkarên Ermenî û Suryanî-Kildanîyan jî hene.

Yêk ji wan jî Garo Paylan yê Ermenî ye.

Garo Paylan di axivtineke xwe ya li meclisa Tirkîyeyê da li Ankarayê [14 Ocak 2017] behsê van qirkirin, qetlîam, komkujî û kuşt û kuştdarîya TCê kir û ev kiryarên hatine kirin wekî jenosîd bi nav kir. Qiyamet li ser serê wî rakirin partîyên sîstemê TCê. Serokatîya meclisê bi piştevanîya AKP, CHP û MHPê cizayê "şermizarkirinê" dane Garo Paylan û ji çend kombûnên meclisê hate dûr kirin.
Cihê mixabinîyê ye ku partîya wî HDPê layiqen û bi reftareke xurt û konkret li Garo Paylan xwudan derneket û parlementerên HDPê niyeta wan çi dibe ferq nake belêm di pratîkê da Garo Paylan bi tinê hêlan.

Çi gotibû Garo Paylan:

"Di salên 1913-23yê da me 4 xelk berze kirin; Ermenî, Rûm, Suryanî û Cihû. Bi qetlîamên mezin û jenosîdan ji van axan hatin mişext kirin.

Ez bo vê kiryarê "jenosîd" dibêjim, hûn çi dibêjin bêjin

Wextekê em ji seda 40 bûn lê îro ji hizran 1 in. Bi her hal tiştek bi serê me hat. Ez navê jenosîdê lê dikim, hûn çi dibêjin bibêjin, em bi hev ra navekê danine ser û li ser rêya xwe biçin. Xelkê Ermenî dizane ka çi bi serî hatîye. Ez dizanim ka çi bi serê bab û bapîrên min hatîye. Ez bi gotina we bermayê şûrî me, em di hukmê nebûnê da ne, ketine rêjeya ji hizara 1. Em ji demê borî ne mûsîbetê, dersê werbigirin, navî hûn danine ser û em hemû rû bi rûyî hev bin."


Divîyabû ku hemû parlementerên HDPê jî her hingê, demildest û herwekî Garo Paylan bi yêkdengî gotiban "JENOSÎD" û serokatîya meclisê û partîyên sîstemê TCê protesto kiriban û temetî hejmara cizayê li Garo Paylan hatîye birîn beşdarî kombûnên meclisê nebiban. Lazim bû ku gotiban "Em hemû Garo Paylan in û em wekî wî dibêjin JENOSÎD!"

Lê nekirin û bi gotina herî sade "eybek" kirin, xwe şkandin, serê xwe şor kirin.


Bi her hal Kurd, bi zêdehîya herî mezin ve şirîkê wê eyba wan nînin. Kurd bi giranî jenosîd dibêjin û piştevanê xelkên Kurdistanê ne, mil bi milê Ermenî, Suryanî-Kildanî, Cihû û hemû kêmanîyên li welatî ne.


Di salvegera 102. ya jenosîdê da careke dî kir û kiryarên Osmanîyan, yên Jonturk û Ittihad Terakîyan û yên TCê bila qehir bin.
Bila rûyê wan reş û tarî be ku ji xwe wisa ye.

Not I:
Serokê Dewletên Yêkbûyî yên Amerîkayê [USA] Donald Trump, tradisyona serokên berê yên Amerîkayê xirab nekir û wî jî gotina "Jenosid"ê bi kar neyîna.
Çi got?
Wî jî herwekî yên berî xwe "Felaketa Mezin" got, anku bi Ermenî "Meds Yeghern".
Hemû serokên Amerîkayê berî hilbijartinan daku rehîyên Eremenîyan werbigirin, ya rastî nêçîr bikin, bi dengekî bilind dibêjin ku gava ew hatine hilbijartin dê hisaba komkujîya bi serê Ermenîyan hatî bipirsin û aşkera bêjin JENOSID. Lê ev soza wan hergav li hewayî dimîne û xelkê Ermenî dilêhbînin. Ji ber berjewendîyên xwe yên bi TCê ra bîr û hizirên xwe yên rast, normên etîk yên mirovî binpê dikin û bi gotina xelkî direwan dikin. Ne rûyê wan sor dibe nejî enîya wan xuh dide!. Ma xema wan e. Xelkek hatîye qirkirin, bi komî hatîye telifandin qet xemê naxwin. Navê vê durûtî û sextekarîyê jî dikine "realpolitik"!.. Eve direwpolitik e wesselam!.
Qeda li wan bikeve! Ma çi bêjin!..

RH


Not II:

Wê axivtina Garo Paylan ya Tirkî li jêr didin.

Paylan: Bir zamanlar yüzde 40’tık bugün binde 1’iz

İstanbul Milletvekilimiz Garo Paylan, Mecliste devam eden Anayasa değişiklik teklifi görüşmelerinde söz aldı. Anayasa'nın çoğulcu olmasının önemine vurgu yapan Paylan, Osmanlı döneminden örnekler verdi. Parlamentonun, çoğulculuğun devre dışı kaldığı dönemlerde kaos başladığını ifade eden Paylan, “1913 -23 döneminde 4 halkı kaybettik; Ermenileri, Rumları, Süryanileri, Yahudileri kaybettik. Büyük katliamlar, soykırımlarla bu topraklardan sürüldüler” dedi. 

Paylan şöyle konuştu: 

Yetkiyi tek bir kişiye verip tüm kurumlar devre dışı bırakıldığında o uluslar çöker. Yüzlerce yıllık hikaye bu. Türkiye tarihinde de benzer bir durum var. Ne zaman ki kurumlar güçleniyor, o zaman ülkemiz huzur bulmaya başlıyor. Ne zaman ki tek adam diktatörlükleri, darbeler söz konusu oluyor, ülkemiz fakirleşiyor. 

Çocuklarınız, torunlarınız sorduğunda boynunuzu bükeceksiniz

Tarihi günlerden geçiyoruz, ciddi bir hata yapıyoruz. Siz bu hatada ısrar ediyorsunuz. Çocuklarınıza bunun hesabını zor vereceksiniz; “Baba, dede bu rezil Anayasa değişikliğine oy verdin mi” diye size hesap soracaklar, siz de boynunuzu bükeceksiniz. Gelin yol yakınken bu hatadan dönün. 

Tarihten ders çıkarmak lazım. Osmanlı dönemini kimileri güzeller, kimileri de karalar. Osmanlı’da bir milletler sistemi var. Çoğul bir yapıya sahip, zamanın ruhu içinde bir devlet. Özellikle dağılma sürecinde Avrupa’dan gelen özgürlük rüyaları Anadolu’yu da sarıyor. Kalan tebalar bunun mücadelesini veriyor. Bu arayışlarla beraber “Osmanlı’nın meclisi olmalı” duygusu yayılıyor. Nihayet 1876’da ilk meclis kuruluyor. 

Osmanlı Meclisinde Anayasa yazıcılarının 40’ı Hıristiyanlardı

Anayasanın ilk yazıcıları 109 kişi; 69’u Müslüman, 40’ı Hristiyanlardan oluşuyor. Aynı Osmanlı toplumu gibi. Bugün biz 1000’de 1’iz. O zaman ne güzel bir çoğunluk ve temsiliyet var. Anayasayı yazanlardan birisi Krikor Odyan. Çoğulcu bir anayasa, herkes kendini o Anayasa’nın içinde buluyor. Abdülhamit o Meclis’i ikdas edeceği iddiasıyla padişah oldu ama 1 yıl sonra Osmanlı – Rus savaşını bahane edip Meclisi feshetti. Sonra 30 yıllık istibdat dönemi.

Bir zamanlar yüzde 40’tık bugün binde 1’iz

Her istibdat sona erer. Birilerini var sayarsanız onlar kazanmış hissederler ama yok saydıklarınız ya sessizliğe bürünürler ya da isyan ederler. Nitekim 1908’de II. Meşrutiyet devreye geçiyor, çoğulcu bir Anayasa tahkim ediliyor. Daha sonra Talat - Enver cuntası bu anayasayı da devre dışı bırakıp, tıpkı Mehmet Parsak’ın dediği gibi, “Türk’ün Anayasasını yapıyoruz” iddiasıyla cunta devreye geçti. Parlamentoyu, çoğulculuğu devre dışı bıraktı. 10 yıllık kaos başladı o 10 yıllık kaosta, 1913 -23 döneminde 4 halkı kaybettik; Ermenileri, Rumları, Süryanileri, Yahudileri kaybettik. Büyük katliamlar, soykırımlarla bu topraklardan sürüldüler. 

Ben bunun adına "soykırım" diyorum, siz ne derseniz deyin 

Bir zamanlar yüzde 40’tık bugün binde 1’iz. Herhalde başımıza bir iş geldi. Ben bunun adına soykırım diyorum, siz ne derseniz deyin adını hep beraber koyalım yolumuza devam edelim. Ermeni halkı başına ne geldiğini biliyor. Ben atamın dedemin başına ne geldiğini biliyorum. Ben sizin deyiminizle kılıç artığıyım, biz yok hükmündeyiz, binde 1’e düşmüşüz. Geçmişten musibet değil ders çıkaralım, adını siz koyun hep beraber yüzleşelim. 

14 Ocak 2017


https://www.hdp.org.tr/tr/guncel/haberler/paylan-bir-zamanlar-yuzde-40tik-bugun-binde-1iz/9772