søndag den 27. december 2015

Tsunamî û Tulasî û afata Kanûna Pêşîn [December] ya 2004ê - ROJAN HAZIM



Yêkşemba piştî cejna fileyan ya noelê, anku 26ê kanûna pêşîn [2004] roja yêkşembê li asyaya başûr, li Okyanûsa Hindê adeta derya serûbin bû. Li kujîyê rojavayabakur ya giravê Sumatrayê, ku girêdayî Endonezyayê ye, li goreyî pîva rasatxaneyên cîhanê û ”pîva richterê”, bi şiddeta di dereceya 9ê da li binê okyanûsê ”faya (faille)” erdî kelişî û zelzeleyeke mezin pêkhat. Piştî vê hejyana erdî ya li binê okyanûsê, pêlên dêwane rabûn û ber bi reşahîyên dorberê ve herikîn. Di zanista jeolojîk da bo van pêlên piştî zelzeleya binê avê radibin, ”tsunamî” dibêjin, anku pêlên deryayî. Tête gotin ku cara pêşîn masîvanên Japonî ev gotine bi kar înane. Lewma jî ji zimanê Japonî ketîye nav lîteratura zanistî ya cîhanê. Ji alîyê etîmolojîya zimanê Japonî ve jî ji xwe ”tsu” tête manaya ”lîman”ê û ”nami” jî tête manaya ”pêl”ê. Japonya dewleteke ji giravan pêkhatîye. Dormandorê wê deryayên bê serûbin in. Paşê Japonya li ser fayên zelzeleyê ye jî. Zelzeleyên reşahîyê bin, yên deryayê bin, felaketên mezin tînin serê Japonyayê. Lewma Japonyayê teknolojîya ku xwe ji afatên zelzeleyê biparêzin peyda kirîye, xwe di vî warî da gelek pêşve birîye. Di van salên dawîyê da gelek zelzeleyên derece bilind qewimîne jî, belêm xusareta giyanî gelek kêm pêkhatîye. Vêca welatên ku ev afat bi serî hatî, di navdanana wan felaketan da jî serî dikêşin. Ji ber hindê ye ku masîvanên Japonî, carek ji caran afateke bi vî rengî bi serê wan da hatîye ku ev nave danane ser wan pêlên hûtî ku erd, mal û mirovan dadiûrin. Çîroka peydabûna vê gotina „tsunami“ xuya ye ku piştî afateke bi vî rengî bûye. Tsunamî, anku pêlên okyanûsî ku piştî zelzeleya binê avê radibin, ji pêlên dî yên deryayî gelek cuda ne. Gava ji binê erdî ve li binê hizaran kîlometre li bin deryayê zelzele lêdide, pêlên wekî dêwa radike û berê wan pêlan jî dide perên avê. Êdî çi bi ber bikeve adeta radimale. Bilindahîya van pêlên dêwî, heta sed mîtroyan jî radibe û li paş xwe di nav deryayê da çalên kûr pêktîne û gava li peravan da û paşve vekişya jî, dinyayekê digel xwe tîne û binav dike. Ev belaya ku bi serê welatên li dora Okyanûsa Hindê hatî, li timamî dinyayê bû felaketa herî mezin ya dûmahîka sala 2004ê. Encamên wê afatê ji nû ve derdikevin ku nêzîkî du sed û pêncî hizaran, anku çarêk milyon mirov telifîne di vê tûfanê da. Gelek rojnamevanên ku wî demî li wê derê bûne ji xwe ev serûbinîya deryayê wekî „Tûfana Nûhî“ bi nav kirin. Neheq jî nînin ya rastî. Tinê mirîyên hatine dîtin nêzîkî du sed hizaran in û nêzîkî pêncî hizaran jî di nav wan pêlên dêwane da berze bûne çûne.  Ev pêlên hinde bilind û xurt rabûyî di seetekê da nêzîkî 200 kîlomtereyan hêl hatine û li reşahîyê dane. Dîsa ve li goreyî çavdêrên wê tûfanê, hêza hejandina wê zelzeleya binê okyanûsê û tazyîqa ku pêkînayî û enerjîya valakirî, di senga peqîn û valakirina enerjîya ji 790 bombeyên atomê da bûye. Heke ev zelzele bi vê şiddetê tam di reşahîyê da pêkhatiba, xuserata giyanî da xwe li deh qatî daba û belkî çend gund, bajêr û bajêrk ji xerîteyê rakiriban. Encamên vê afatê ji milekê ve li wan welatên ku tekonolojîya zû hişyarîyê bi kar naînin jî zêde giran bûne. Ji ber ku li goreyî ku zanyaran dane aşkera kirin, di navbeyna nîv seet û pênc seetan da ew pêlên hûtî gihiştine peravan. Heke sîstemên zû hişyarîyê li wan welatên afat bi serê wan hatî da heban, xusareta giyanî hinde mezin nedibû. Lê tête gotin ku wan welatan ji ber binasên bihabûnê, ew sîstem li welatên xwe ne danane, bi cih nekirine, anjî nebûne endamê organîzasyona navneteweyî ya zû hişyarîyê. Eve jî helwesta wan welatan ya bihanedana mirovî nîşan dide. Ji ber xemsarîya bi zanahî ya wan dewletan encama ne bi xêr ya afatê hinde zêde û giran bû.



Şansê Tulasîyê

Di afatên hinde mezin da hejmara mirîyan çend zêde be, carna bi hejmareke gelek biçûk jî be hindek mûcîze jî pêktên û çend mirovên xwudan talih ji mirinê xilas dibin. Di vê serûbinîya mezin da jî çend mûcîzeyên bi vî rengî pêkhatine. Li goreyî nûçeyên çapemenîyan bebekeke [savayeke] bîst rojî ya bi navê Tulasî, piştî rabûna wê tûfanê bi saya serê doşeka xwe rizgar bûye. Gava pêlên daûraner rabûyî û bi ser malan da hatî, av tijî xanîyê Tulasîyê jî bûye. Tûfana tsunamîyê, Tulasîya bîst rojî di nav xeweke kûr da girtîye. Babê wê hingê di plajê da ji bo risqê wê firoşkarî dikir. Pêlan babê Tulasîyê adeta rakirîye ber perê esmanî. Wî jî xwe di wê bilindahîyê da bi stûnên elektrîkê ve girtîye û xwe ji mirinê xilas kirîye. Dayîka Tulasîyê jî hingê di nîveka malê da bi ser avê ketîye, lê bi her awayî xwe gihandîye bebeka xwe. Dayîka fedakar dibîne ku bebeka wê li ser doşeka xwe li ser avê maye. Bi hemleyekê xwe digihînê û bi şansekî mezin xwe xilas dikin ji ber wan pêlên mirovxwer! Maleke sê kesî, Tulasî li ser doşeka xwe, dayîk bi ezm û taqeta dayîkî û bab jî bi şîyana xwe ya mûcîzewî ji wê felaketa giran rizgar dibin. Herkes şubî wan bi şans û talih nebûye. Tulasîya Malezyayî li ser doşeka xwe û bi dest û lepên şêrane yên dayîka xwe ji wê tûfana tsunamîyê xilas bû. Babê wê dezgehê xwe yê firoşkarîyê li plajê da ber wan pêlên bêyûm, lê gîyanê xwe xilas kir ku ji bo paşeroja bebeka xwe bû dîyarîya herî mezin û bihadar di nav wê afata giran da. Tulasî di wê tûfana tsunamîyê da bû sembola jîyanê. Bi hizaran bebek û zarok telifîn.  Pêlên bêyûm ew bedenên ter û taze û nazik daûran. Li goreyî daxuyanîya UNICEF û UNê di hejmara mirî û berzeyîyan da ji sê pişka du pişk, biçûk in. Zarokên dî wekî Tulasîyê bi şans nebûne. Gelek ji wan nihe di nav pêlên sar û tirsbar yên deryayê da bûne xwereka semasîyan. Bi hizaran jî ketin nav wê herî û remila ku ji ber pêlên deryayê mayî da. Tsunamîyê bi dehan metre bilind girên qirş û gilêşî li paş xwe hêlan û di bin wan terş û telaşan da belkî cesedên bi hizaran mirovan hene.


Rebenîya klanên biçûk

Li nav wan rêhl û daristanên peravên Sri Lanka, li wan hûregiravên li Okyanûsa Hindê belavbûyî da, bi dehan babik û êlên di nav jîyana xwe ya kevn û qedîm da jîyana xwe didomandin hebûn. Li goreyî gotina nûçegihan û çavdêrên wê afata mezin, ew klanên di nav jîyana prîmîtîv da, bi ber wan pêlên qatil ketine û bê seraşûn bûne. Hebûna wan klanên biçûk, zengînîyeke etnîkî û kulturî bûn di nav jîyana binemala mirovahîyê da. Wan babikên biçûk, ji hemû hebûn û imkanên cîhana modern û teknolojîyê dûr, jîyana xwe ya otantîk gelek bi serbilindî didomandin. Ew bi wê prîmîtîvîya xwe şa bûn, razî bûn. Hejmara her yêk klanî çend sed jî ban, her klan bi zimanê xwe diaxivtin, bi folklor û kultrura xwe ya xwerû û otantîk dijîyan. Serdestên wan welatên ku ew babikên qedîm lê diman, bi xemsarî û bêbextîyeke nedîtî, ew klan ji hemû berhemên jîyana modern û teknolojîyê bêbahr dihêlan. Feqîrî, rebenî û perîşanîya wan klanan, herçend ew bi xwe ji vê jîyana xwe serbilind jî bûn, şerma wan dewletên ku ew lê diman bû. Wê jîyana rebenîyê têra nekir, vê carê jî xezeba xwezayê berbû bedena wan û ew ji nav jîyana mirovahîyê rakirin. Navên wan hemû klanan naête dan, belêm hindî ku di çapemenîyê da cih girtî, ew hûrebabikên, anku klanên di nav wê cografyaya Okyanûsa Hindê da, li wan welatên ku Tsunamîyê lê dayî da, hejmareke bilind ya wan klanan jî mirine. Yêk ji wan klanan, Sentînelan, hêj jî herwekî di demê berpenîr da, dijîyan. Ji ber ku vî babikî, bi asêtîya klanîyê xwe parastîye û çu têkilî li derûdora xwe nedanaye, lewma jî hejmara wan tinê nêzîkî 200 (du sed) kesan bûye. Qedera qebîleyên Nîkobares û Şompenan jî wekî ya Sentînelan bûye û hêj jî çu ji wan naête zanîn ka çi bi serê wan hatîye. Hêvîya me ew e ku ev babikên qedîm ku jîyana xwe ya otantîk didomandin, ne telifî bin. Belêm heke nûçeyên piştî wê afatê belavbûyî rast bin, - hêvî dikin rast nebin-, bê seraşûn bûne û bi encameke wisa bêyûm jî, ji bilî giyanê mirovî, ziman, folklor û kultureke mezin jî digel mirina wan berze dibe diçe, ku eve cihê mixabinîyeke mezin e.



Xezeba xwezayê

Xweza, maka jîyanê, kana jîyanê ye. Xwezayê xwe bi xwe erd û esman danaye û ranaye. Ev hêza xwezayê ya bê ser û bin, bê pîv û kêşan, ji ezameta wê ya yêkane têtin. Xweza afirandêr e. Hebûna bi giyan û bê giyan, ji ber sing û berê xwezayê dizê. Xwudana hemû jîyana bi giyan û bê giyan xweza ye. Xweza xwudana jîyanê ye. Xêr be, xweşî be, xezeb û afat be, her ji bin serê wê xwezayê derdikeve. Xweza hêzeke muqtedîr ya her tiştî ye. Rûyê jîyana bi giyan xweristin e. Xweza xwe bi xwe xwe dirêse. Eve xweristina jîyanê ye. Terazîya jîyana bi giştî ya bi giyan û bê giyan, ji ber vê xweristina xwezayê pêktêt. Terazîya xwezayê wekî terazîya zêringir e, milim xwe şaş nake. Li kîjan kujîyê dinyayê serê terazîyê xwahr be, xweza bi hêza xweristinê serê dî yê terazîyê rast dike. Qanûna xweristina xwezayê gelek kamil e û bê qusûr e. Di koşa xwezayê da hemû rûyên jîyanê hene. Xêr û xweşî û şahî heye, şîn û behî û xezeb heye. Eve rengên jîyanê ne. Jîyan ne tinê xêr û xweşî û şahî ye, nejî tinê şîn û behî û xezeb e. Xwezayê terazîya van rûyên jîyanê gelek bi hostahî danaye û ragirtîye. Lewma qubleya mirov û ya hemû jîyana bi giyan xweza ye. Xweza bawerî ye, perêsgeh e. Xweza hem kul û keser û derd e, hem jî gul û kulîlk û xeml e. Xweza hem xirabî ye, hem jî qencî ye. Xêr û şer, çep û rast û ber û piştên xwezayê ne. Ji ber hindê ye ku ji xwezayê silbûn, acizbûn, nabe. Hebûnê herî bi aqil yê xwezayê mirov e û xwezayê sing û berê xwe li ber hemû jêhatîyên mirovî vekirîye û xwezayê mirov daye ber singê xwe. Mirov jînde be, mirî be di koşa xwezayê da gelekî bihadar e. Koşa xwezayê herdem ji bo mirov û jîndeyên dî vekirî ye û cihê herî ewle û avneh koşa xwezayê ye. Mirov ji koşa xwezayê hatîye û dê dîsa ve biçe koşa xwezayê. Eve qanûna xweristî ya xwezayê ye. Xweza bi hemû rûyên xwe ve meqbûl e, bihadar e. Xweza hebûna herî mezin e, çu tişt ji wê mezintir nîne.


Vêca heke xweza hinde mezin û muqtedîr be, mirov, ku xwezayê ew afirandîye, çend hebûnê herî bi aqil yê xwezayê jî be, car heye ku nikare xwe li ber rûyê xezebê yê xwezayê ragire. Mirovî gelek kodên xwezayê veresandine. Belêm, tinê gelek. Anku hêj jî gelek kod mane ku li ber veresandina jîrîya mirov in. Hindî ku jîyan hebe, xweza dê hebe, xweza hebe dê jîyan hebe. Karê veresandina kodên xwezayê çu cara xilas nabe. Xweza çawa her sanîye, hetta her salîse jîyaneke nû diafirîne, digel wê jî kodek tête afirandin. Her keşfa mirovahîyê veresandina kodên xwezayê ye ku jîyana mirovahîyê xweş bike. Lê belê, demek têt ku ev hebûnê herî bi aqil yê xwezayê, anku mirov, bê çare dimîne li ber bûyer û qewimînên xwezayê. Ev bûyîna li Okyanûsa Hindê jî, yêk ji wan qewimînên mezin e ku, adeta besîreta mirovî hatîye girêdan. Hebûnê herî bi aqil yê xwezayê, mirovî, mixabin hind aqil nekirîye ku teknolojîya zû hişyarîyê bi kar bîne ku piştî wê zelzeleya binê okyanûsê, alarmê bide ku xelkê li ber peravan xwe ji wê xezeba mezin ya xwezayê xilas bikin. Helbet mexsed ji „aqil nekirinê” ne ew e ku, çu kes ne hizirîye ku xelkê agahdar bikin daku bi ber wê afatê nekevin û ne mirin. Xemsarîya rêvebirên wan dewletên ku afata mirovxwer lê qewimî, gunehkarîya herî mezin e beramberî mirovahîyê. Ev encame nîşan dide ku li ber çavê wan rejiman, bihayê mirov nîne. Ji bo hemû hîzî û dizîya xwe bi milyaran dolar pareyan dibînin, peyda dikin, belêm ji bo xweşî û ewlehîya mirovên xwe hisaba „sent“an dikin ku xerc nekin! Çi guneha xwezayê heye di encama van qewimînên xwezayî da. Fatûraya xusareta van felaketan gelek bi rehetî û sanahî bo xwezayê tête birîn. Eve jî durûtîya mirovî nîşan dide. Li milekê jî, hakimên dinyayê, serdestên dinyayê, dewletên herî zengîn, herî xwudan qudret, dewletên ku ji esmanî dinyayê îdare dikin, bi kêşana fotoyên ji esmanî, leyiza sivoreyan, „beza kûseleyan“ bizava mûrîyan gelek zelal tesbît dikin, fotoyên pêl û şilqîna derya û okyanûsan dikêşin, deng û awazên heywanan, wîzewîza mar û mişkan qeyd dikin, çawa hejandina zelzeleya binê Okyanûsa Hindê û piştî zelzeleyê jî rabûna pêlên qatil yên Tsunamîyê tesbît û qeyd nekirine, ecêba dinyayê ye! Di ber û piştên wê okyanûsê da, di ser û binên wê deryaya hûtîn da, bi dehan sentralên leşkerî û agahdarîyê yên Amerîka û dewletên dî yên mezin hene. Ew sentralên wan axivtinên di nîveka qesrên welatên dorberê Okyanûsa Hindê da guhdar dikin, çawa hirîna pêlên qatil yên Tsunamîyê nebihîstine, ecêba dinyayê ye! Heke wan pêlan berê xwe daban peravên Amerîkayê, yên Japonyayê, yên Awustralyayê, ew sentralên dewletên mezin da di sanîyeya xwe da alarmê lêdin û wan welatan agahdar bikin ji wê felaketa di rê da. Belêm mixabin ku dewletên klasa duyê, xelkên wan dewletên paşvemayî ew biha nebû ku ji sentralên Amerîka û dewletên dî yên mezin sînyalên hişyarîyê werbigirin. Lewma jî xelkê feqîr yê wan welatan bi hizaran gorî dane wê xezeba xwezayê. Di wê afata mezin da gelek hevwelatîyên Yêkitîya Ewrûpayê jî telifîn. Bahra pitir ji wan jî yên welatên Iskandînavyayê bûn. Ji nav welatên Iskandînavyayê jî hejmara mezin ya mirîyan yên Swêdê bûn. Danmark, Norwec û gelek welatên dî yên Ewrûpayê ji mirî, gorî dane wê tûfana reş. Belêm heta ku sala felaketê, anku 2004 xilas bûyî jî, hejmareke qetî ya hevwelatîyên YEyê kivş nebibû. Li yên welatên YEyê, lê bi taybetî li welatên Iskandînavyayê, li Danmark, Swêd û Norwecê şîneke giran hate girtin. Seremonîyên rêzgirtinê ji bo mirîyên xwe û hemû gorîyên dî yên wê afata giran amade kirin. Xelkên welatên Ewrûpayê hem ji ber mirîyên xwe, hem jî yên welatên herêma zelzeleyê, xemeke mezin û giran kêşan, ji dil rondik werandin. Lê belê, rêvebirên wan dewletên mezin yên ku di wê okyanûsa mezin ya ku zelzele û pêlên qatil lê rabûyî da binke û sentralên wan yên leşkerî heyî, rondikên tîmsahî werandin, rondikên wan ne ji dil bûn! Mixabin, ev dewletên ji alîyê ekonomîk û leşkerî ve hinde mezin û xurt, ji ber perê esmanî bigirin heta heft tebeqe binê erdî û deryayan, dinyayê kontrol dikin, gava pêjna felaketan ber bi welatên wan ve hat, antenên wan demildest sînyal û alarman didin û dereceya xusareta xezeba xwezayê li nav welatên xwe mînîmalîze dikin. Lê gava dor hate xelk û welatên feqîr û klasa duyê, antenên wan sînyal û alarman nadin! Ev paradoksa neslê mirov, necisîya herî mezin ya cinsê mirov e! 2004 bi vê xezeba reş ya xwezayê xilas bû. Çarêk milyon mirov bûn gorîyê wê afata mezin. Hind jî man bê mal û war! Hêvî tête kirin ku qet nebe ev felaketa bi serê xelkê wê navçeyê û hemû mirovahîyê hatî, wijdana serdestên dinyayê bilerizîne ku piçekê jî feqîr û jaran bihizirin, bi teknolojîya xwe, qet nebe wan ji hatina felaketên xwezayê haydar bikin, daku feqîr û jar dîsa qet nebe bikarin xwe bi imkanên xwe xilas bikin! Hêvî dikin ku afatên wisa, zengîn feqîr, çu cara bi serê mirovahîyê neên.


Çend tsunamîyên qewimî

Hindî ku di çapemenîyê da cih girtî, li dinyayê çend bûyerên bi vî rengî qewimîne û encamêm wan jî gelek giran bûne. Bahra pitir ya wan jî dîsa ve li derûdora wê okyanûsê pêkhatine. Hindek ji wan ev in: 21ê Tîrmeha sala 365ê ya Piştî Îsayî, li rojhilata Deryaya Spî, li bajêrê Misrê, li Iskenderîyeyê piştî zelzeleyeke li binê deryayê, pêlên mezin rabûne û bi hizaran mirov kuştine. 1ê Çirîya Paşîn [November] 1775 jî paytextê [serbajêrê] Portekizê, Lîzbon bi zelzeleya Okyanûsa Atlantîkê û rabûna pêlên qatil adeta kavil bûye û gelek mirî dane. Di wê felaketê da Ispanya û Fasê jî zerareke mezin ya mirov û malî dîtîye ku bejna wan pêlan heta şeş metreyan bilind bûye. 27ê Tebaxa 1883ê jî li Endonezyayê çiyayê volkanîk yê Krakato peqîye û piştî vê peqînê jî pêlên tsunamîyê li deryayê rabûne û li giravê Sumatrayê, ku vê carê jî zelzele û tsunamîyê giran lêda, nêzîkî çil hizaran kes mirine. Peqîna vî çiyayê volkanîk hind bi şiddet bûye ku, tête gotin ku esman hind biriqandîye ku ew ronahîya li esmanî pêkhatî ji bîst hizar kîlometre dûr li paytextê Norwecê li Osloyê hatîye ferq kirin û ressamê navdar yê Norwecî Edward Munchî, ew şevên ji meha Çirîya Paşîn [November] ya 1883yê heta şevên Sibata 1884ê,  ku bi wê şewqa agirê çiyayê volkanîk biriqî, bi navê „Hawar“ tablo çêkirîye. 15ê Hezîrana 1896ê jî, Tsunamîya Sankriku li Japonyayê daye. Bejna wê pêla tsunamîyê 23 metre bilind bûye û bi ser xelkê ku bo seremonîyeke dînî kombûyî da hatîye û di encam da nêzîkî sih hizaran kes kuştine. 17ê Kanûna Pêşîn [December] ya 1896ê jî, pêlên tsunamîyê vê carê jî li peravên Kalîfornîya Amerîkayê daye û xusareteke mezin ya malî daye. 31ê Kanûna Paşîn [January] ya 1906ê, pêlên tsunamîyê li Okyanûsa Mezin ya Pasîfîkê li Kolombîya û Ekvadorê daye û nêzîkî hizar û pênc sed kes kuştine, mal û xanî kavil û wêran kirine. 1ê Nîsana 1946ê, pêlên tsunamîyê li sentrala fanosa deryayê ya Alaskaya Amerikayê daye û pênc personelên sentralê daûrane û herweha li Hawaîyê jî daye û nêzîkî sed û şêst kes kuştine. 22yê Gulana 1960ê, tsunamî 11 metreyan bilind bûye û li peravên Şîlîyê hizar kes, li Hawaîyê şêst û yêk kes kuştine. Hêz û hêla wan pêlên dêwî heta peravên Filipîn û Japonyayê jî hejandine. 28ê Adara 1964ê, li Alaskaya Amerikayê, di cejna paskalyayê, anku cejna hêkesorê da, sê gund binav kirine û ji xerîteyê birine û 107 kes kuştine. Her wê tsunamîyê li Oregon û Kalîfornîyaya Amerîkayê jî 15 kes kuştine. 16ê Tebaxa 1976ê, tsunamîya pasîfîkê li golfa Moro ya Filipînê daye û pênc hizar kes daûrane. 17ê Tîrmeha 1998ê jî, li Papua-Gîneya Nû zelzeleya binê avê çêbûye û pêlên tsunamîyê dîsa ve har bûne û heft gund ji xerîteyê birine û nêzîkî du hizar û pênc sed kes kuştine.


Di dawîyê da, li 26ê Kanûna Pêşîn [December] ya 2004ê, roja yêkşembê, li seet şeşê spêdeyê, demê Ewrûpayê, li bakura giravê Sumatraya Endonezyayê zelzeleya binê avê di şiddeta dereceya 9ê da pêkhat û ew pêlên wekî ejderhayan rakirin û di serî da xelkê Sumatraya Endonezyayê, Srî Lankayê, Hindistanê, hûregiravên li Okyanûsa Hindê, li Taylandê, li Malezyayê, heta peravên rojhilata Afrîkayê, li Kenya û Somalîyê nêzîkî çarêk milyon kes kuştin. Çarêk milyon kes jî bê mal û war hêlan. Ev zelzele û pêlên qatil yên tsunamîya 2004ê, felaketa esrî ya dinyayê bû. Tsunamîya kanûna pêşîn ya 2004ê, ji atoma Amerikayê ya li Nagazaki û Hiroşîmaya Japonyayê ku li şerê cîhanê yê duyemîn peqandî, sê cara zêdetir mirov kuştin. Bila Xweza çu cara van felaketan nede serê mirovahîyê!

ROJAN HAZIM
Kanûna Pêşîn 2004


lørdag den 26. december 2015

Ziman û îdentîtêt - ROJAN HAZIM



Ziman ji bo xelk û neteweyan elementê sereke û bingehîn yê hebûnê ye. Ziman ji alîyekê ve aletê komunîkasyonê ye ku mirov di hevdu bigihin û jîyana xwe di rê bibin. Li alîyê dî ziman îdentîtêta xelk û neteweyan e ku bi zimanê xwe ji xelk û neteweyên dî têne cuda kirin. Ziman bi vê rola xwe, mîsyonê ”îdentîtêta nasyonalîteyê” tîne cih. Ev herdu karekterîstîkên bingehîn yên zimanî bêyî hev nabin û hevdu timam dikin. Li goreyî vî formûlî, Kurdî, ji bo Kurdan hem aletê komunîkasyonê ye, hem jî îdentîtêta neteweyî ye. Kurd bi zimanê xwe, bi Kurdî, ji xelk û neteweyên dî cuda ne. Kurd wekî xelk û neteweyekî cuda, bi zimanê xwe kultur, folklor, edebîyat û hunera xwe fêr dibin û dijîn. Xelk û neteweyên ji zimanê xwe têne dûr kirin, ji van hebûnên neteweyî jî têne bêpar kirin ku eve digel xwe komple asîmîlasyonê tîne. Xelk û neteweyên ku dixwazin jînde bimînin, bi ber pêlên nemanê nekevin, mecbûr in li zimanê xwe xwudan derkevin, zimanê xwe biparêzin ku berze nebin.


 Kurdên dîasporayê, yên derveyî welat, hindî ku zimanê xwe winda bikin, ji zimanê xwe dûr bikevin, dê hind ji kultur û folklora xwe ya neteweyî dûr bikevin û di nav civata ku tê da dijîn dê asîmîle bibin. Asîmîlebûn, ne mirina fizîkî ye, belêm mirina zimanî, ya kulturî, ya etnîkî ye. Heke Kurdên dîasporayê dixwazin ”etnîk orîjîn”a xwe ya konkret biparêzin, divêt bi zimanê xwe biaxivin. Ji bîr kirina ”zimanê xwe” ”etnîk orîjîn”ê abstrak dihêle ku eve digel xwe ji neteweyê xwe û hemû hebûn û elementên neteweyê xwe dûrketinê tîne ku di encam da ”bê îdentîtêtîyê” derdêxe meydanê. Berzebûna îdentîtêta neteweyî li ser psîkolojîya mirov jî tesîra negatîv dike.
Kurdbûyîn û Kurdîtîya bêyî Kurdî kêm e. Divêt xwe timam bikin. Anku Kurdî biaxivin. Heke nizanin, divêt fêr bin, bizanin.

7 Kanûna Pêşîn [December] 2008 
[Di Bultena FOKUS-Ayê da hatîye weşandin. Hj. 3 Kanûn 2008]

torsdag den 24. december 2015

Mam Tahayî bi bîr tînin... - ROJAN HAZIM





Mam Taha, berî 36 sala îro, 24ê Kanûna Pêşîn [December] ya 1979ê, roja duşembê li Ankarayê li ber derê mala xwe ji alîyê tîmên ergenekona TCyê ve hate kuştin.
Em wî bi dilgermî û hesreteke mezin bi bîr tînin.
Ew li axa xwe, axa Kurdistanê, axa Elbakê hatîye spartin.
Bila bibe bereketa xwezaya Kurdistanê.

24 Kanûna Pêşîn [December] 1979 - 2015

fredag den 18. december 2015

Kurdistan û Tirkîye - ROJAN HAZIM

Sal 2008

Serok wezîrê hukûmeta Tirk Teyîb Erdogan dîsa ve digel hejmareke bilind ya wezîrên xwe, parlementerên partîya xwe û çend zewatên li dora xwe, 27ê Gulanê çû paytextê [serbajêrê] Kurdistanê, Amedê [Diyarbekirê]. Erdogan wekî hercar li serbajêrê Kurdistanê, ji xelke Kurd rû nedît. Lewma jî li şûna meydanên Amedê, li saloneke bêhnçik kombûneke çend sedî kir. Xelkê Kurd teweccuhî Erdogan nekir. Çiku Erdogan li ber çavê xelkê Kurd nîşana direw û durûtîyê ye. Amedîyan ew gotinên Tebaxa 2005an yên Erdoganî ji bîr nekirine. Çi gotibû Erdogan; ”Pirsa Kurdî heye û em dê bi demokrasîyê çareser bikin!.”. Eynî Erdogan çû bajêrê xwe Rîzeyê, hewayekî dî lêda û got; ”Em hemû Tirk in!.”. Vê carê jî Erdoganî li wê salona Amedê benîştê xwe yê şevî dîsa ve cû: ”Em li ser gotina xwe ne; yêk milet, yêk dewlet, yêk ala”!. Lê vê carê ”yêk ziman” negot!. Helbet neku ji bîr kir, dê wê gotinê li bajêrekî Tirkîyeyê lê zêde bike!. Erdoganî ji bin kevşê xwe gelek soz dan, milyar û trilyon danan alîyekê, behsê katrilyonan kir!. Butçe di destê wî da ye û hestîyê zimanî jî nîne. Ew jî wekî yên berî xwe hizir dike ku pirsa xelkê Kurd ya polîtîk, tinê ekonomîk e!.­ Lewma jî soz li ser sozê da xelkê Amedê û bajêrên dorber ku goya ew dê jîyanê bo wan bike beheşt!. Zikê xelkê Amedê, xelkê Kurd ji van soz û weadên Erdoganî gelekî têr e û ji xwe bihayek jî neda van gotinên pûç û vala. Lê belê, axivtina Erdoganî di nav haletî rûhîyeyeke xirab û têkçûyî da borî. Erdogan bi navê dewleta xwe ya kolonyalîst, wekî serok wezîrekî ku kolonîya xwe berze kirî axivt. Ji xwe Erdogan hatibû welatekî dî, nav xelkekî dî ku gelekî lê bîyanî bû. Erdoganî wekî kolonîzatorê dewleta xwe, serê xwe li sûr û dîwarên Amedê da û dest ji pêya dirêjtir vegerîya welatê xwe Tirkîyeyê. Tiştekî dî yê balkêş jî ew bû ku Erdoganî di axivtina xwe da tixûbê Tirkîye û Kurdistanê jî kivş kir. Gava êrişî hevrikên xwe yên Tirk dikir wisa got; ”Yên ku derbazî rojhilata Sêwasê nebûyî di derdê we nagihin. Hûn bi Xwudê kin, berê xwe bidine wan lîderên heta îro hatî, çend ji wan derbazî rojhilata Sêwasê bûne?”. Rastîyek e ku tixûbê Tirkîye û Kurdistanê, Sêwas di nav da, ji Sêwasê dest pê dike. Eve ji devê serok wezîrê Tirkîyeyê itirafek bû!. Xebat û têkoşîna xelkê Kurd, rê li ber lîder û partîyên şoven û rasîst yên Tirk girt û ew nihe nikarin ji Sêwasê derbaz bibin. Lê bila Erdogan jî xema nexwe, dûr nîne ku ew tixûb dê li Erdogan û partîya wî jî bête girtin. Erdoganî piştî hilbijartinên Tîrmeha 2007ê, bi şêleke mexrûr, şehridarîya Amedê bo xwe kiribû armanc. Belêm Kurdan ew bêbersiv nehêla û aşkera gotin ku Amed kela Kurdan e û êdî nakeve. Erdogan bi hatina Amedê û aşkerakirina planê xwe yê domandina nîrê kolonyalîzma Tirkîyeyê, herwisa starta hilbijartinên şehridarîyê jî da. Lê Amedê gelek bi zelalî rengê xwe, rûyê xwe, dengê xwe kivş kir û rêya balefirgehê nîşanî Erdoganî da. Eve tête wê manayê ku xelkê Kurd şehridarîya serbajêrê xwe careke dî teslîmî partîyeke sîstemê kolonyalîzma dewleta Tirk nake. Divêt neke jî. Ji ber hindê xelkê Amedê tinê ji şehridarîya xwe ne berpirsiyar e, herweha ji barê giran yê şoreşa Kurdistanê, ji honur, şeref û namûsa Kurdistanê jî berpirsiyar e. Digel ku Amedîyan di hemû Newrozan da reftara xwe aşkera kirîye jî, lê dîsa ve divêt pirsa hilbijartinên şehridarîyê sist neyê girtin. Partîya dawîyê ya sîstemê kolonyalîzma dewleta Tirk AKP, partîya Erdogan jî divêt cihê xwe li Kurdistanê êdî nebîne. Xelkê Kurd dê vê şerbetê bi Erdogan jî bide vexwarin, şika me nîne!.
Li milê dî, şer û şiddeta kolonyalîzma dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê, jîyanê li xelkê Tirk jî dike jahr û mirin. Dewleta Tirk, bi xerca leşkerî ya ertêşa xwe, bi avêtina her bombeya li Kurdistanê, bi peqandina her fîşeka li bedena kur û kiçên Kurd, nanê xelkê xwe jî zuha dike, ava jîyana wan jî çik dike, xwûna lawên xelkê xwe jî dirêje. Berxwedana xelkê Kurd ji xwe heye û dê heta rizgarî û azadîyê jî dom bike. Lê êdî xelkê Tirk jî divêt dengê xwe tevî dengê ”êdî bes e!” yê xelkê Kurd bike. Heta ku xelkê Tirk, ronakbîrên Tirk nebêjine dewleta xwe, ertêşa xwe ”êdî bes e!”, ew jî ji zerar û zîyana vî şerê neheq xilas nabin. Kurd tixûbên xwe dizanîn. Sêwas û ber bi rojhilatê ve welatê wan Kurdistan e û di bin postal û potînên ertêşa Tirk da dagîr e. Şerê antî kolonyalîst berdewam e. Vê gavê hewcehî bi destek û piştevanîya xelkê Tirk, ronakbîrên Tirk heye. Hêdî hêdî ev şuûr di wan da jî peyda dibe ku dijî polîtîkên şerxwaz yên dewleta xwe derkevin. Mitînga 1ê Hezîranê li Stanbolê ji vî alî ve giring e. Ev mitîng bi pêşengîya ”Meclisa Aştîyê ya Tirkîyeyê” tête kirin. Tirk bi vê mitîngê divêt gelek bi cesaret û bi dengekî bilind dijî kiryarên dewleta xwe rawestin û destê aştîyê, hevkarî û piştevanîyê dirêjî xelkê Kurd bikin. Xelkê Tirk bi mitînga 1ê Hezîranê li Stanbolê, divêt dengê xwe gelek gur derêxe ku bigihe Amedê û tevî dengê gur yê xelkê Kurd bibe. Heke dengê aştîyê yê ji Tirkîyeyê gur derket û gihişte Kurdistanê, ew deng li hewayî namîne, xelkê Kurd dê bi dilgermî tevî dengê xwe yê aştîxwaz bike. Kurd hêvîya xîretê ji xelkê Tirk û ronakbîrên Tirk dikin. Tirkîye û Kurdistan bila bi dengên aştîyê bigihin hev. Stanbol û Amed dikarin bi vî dengê xurt yê aştîxwazîyê, serên beton yên Ankarayê bijbelav bikin û xizmeta pêkhatina Tirkîye û Kurdistanê bikin. Hêvî dikin wisa be.

ROJAN HAZIM
28 Gulan 2008

* * *

Ji 2008ê heta 2015ê çi hate guhorîn? TC bombardumana xwe, kavil û wêran kirina xwe hovanetir didomîne.

 2015 - Sûr-Amed

Sal 2015 - Sûr-Amed