onsdag den 25. maj 2011
tirsdag den 10. maj 2011
lørdag den 30. april 2011
fredag den 25. marts 2011
mandag den 25. oktober 2010
Cîranîya baş - ROJAN HAZIM
Di jîyanê
da hindek tişt hene ku bêyî xwastin û bêyî hilbijartin û tercîhkirina mirovî
pêktên. Peydabûna mirovî bi xwe jî yêk ji van bûyeran e. Çu kes dayîk û babê
xwe bi daxwaza xwe nahilbijêre. Mirov ji prosesa xwezayî ya gihiştina hev ya
dayîk û baban çavê xwe vedike dinyayê. Yên ku bûyîne binasê hatina mirovî ya
dinyayê, êdî ji alîyê bîyolojîk ve yêk dayîk e, yêk jî bab e. Bi timamî wekî vê
prosesa peydabûna mirovî nebe jî, cîranbûyîn jî bi giştî ne bi daxwazê ye.
Şertên jîyanê vê yêkê kivş dikin. Di jîyana gundewarîyê da, mumkun e ku imkanê
mirovî hebe ku cîranê xwe hilbijêre anjî bibe cîranê mirovekî bi dilê xwe. Lê
belê, ev imkane di jîyana şehrewarîyê da hergav ne mumkun e. Li bajêrekî mezin
xaneyeke di apartmaneke pirqat da mirov û qismetê xwe ye. Razî bî razî nebî, kî
bû cîran ew e.
Eve di hevtixûbîya xelk û welatan da jî wisa ye. Çu xelk, xelkekî dî bi rizaya xwe wekî cîran nahilbijêre. Şertên polîtîk, sosyolojîk, cografîk û demografîk tayînker in di vî warî da. Bo nimûne; Kurda ev cîranên xwe yên îro bi rizaya dilê xwe nehilbijartine, bo xwe nekirine cîran. Tirk ji çol û beyarên ”Çîn û Maçînê” li ser pişta hespokên xwe hatine, digel welatê me welatên gelek xelkan jî dagîr kirine û xwe bi darê zorê kirine cîran!. Cîranbûyîna Ereban jî wisa ye û bi şerê islamî xwe gihandine ber tixûbên Kurdan. Belêm ev cîranetîya van xelkên serdest bêyî dil pêkhatibe jî îro êdî bûye realîteyek mixabin. Ji bilî cîranbûyîna bêdil, ev cîranetîye bûye îşkence û toka mirinê jî di stuyê xelkê Kurd da. Anku cîranetîyeke jahrîn. Digel vê rastîyê jî Kurd ne dijî cîranîya van xelkan in. Lê bi vê cîranîya nemirovî û zalimane jî qayîl nînin. Kurd li cîranîyeke dostane, cîranîyeke wekhevane, cîranîyeke azadane û cîranîyeke aştîyane digerin.
Gotineke klasîk e di lîteratura çepgirîyê û bi giştî bîr û hizira humanîter da: Biratîya xelkan!. Wekî gotineke abstrak helbete xweş e û herweha xweş jî tête ber guhî. Lê eve di rastîya jîyanê da çu cara manayeke konkret îfade nake û di jîyana Kurdan da jî çu cara cihê xwe negirtîye. Bi taybetî bi navê xelkên serdest yên cîran, rêvebirîyên polîtîk, hukûmetan ev ”edebîyata biratîyê” bi armanca berjewendîyên xwe yên serdestî û dagîrîyê gelek hostane bi kar înane û hêj jî tînin. Dîsa ev rêvebirîyên dagîrker û kolonyalîst ”hevdînî”yê jî di çarçoveya vê ”birayînîya ne birayane” da bi kar tînin: ”Em birayên musulman in”!. Dagîrker van gotinên sihrî ”birayînî” û ”hevdînîya islamî” bîst û çar seet wekî benîştî di devê xwe da dicûn û dixwûnine serê mirovê Kurd!. ”Birayînî” û ”hevdînî”ya di ferhenga wan da manaya ku Kurd jî jê istifade bikin, xêrekê jê bibînin nade. Manaya ku ew têdigihin ev e: ”Em bira ne, em musulman in, ferqa me ji hev nîne, lê şubî me bin, bibine em”! Anku ”bibine Tirk”, ”bibine Ereb” û ”bibine Faris”!. Tiştê ku ew ji birayînî û hevdînîyê têdigihin ev e!.
Di vî warî da Tirk ji
hemûyan pêşvetirin!. Tirka ji bo vê ”edebîyata birayînîyê” gelek teorî jî
afirandine: ”Kurd birayên me ne, çiku di eslê xwe da Tirk in!” Vê gotinê jî
têra nekirîye wisa gotine: ”Kurd Tirkên eslî ne!” Û ya herî balkêş jî gotina
”Kurd Tirkên çiyayî ne!” ye. [Ji xwe em qet ji wê komedîya ku goya navê Kurd ji
”kartkurta li ser rêveçûna befrê” peyda bûye behs nekin!]. Gava Kurdan wacibên
birayînîyê ji wan xwastin jî, bersiva wan hazir e: ”Aa eve çi ferq û cudahîye
hûn dikin. Em hem bira ne, hem jî dînê me jî yêk e!” dibêjin bi rûçirîyeke
mezin. Di ”birayînî”ya wan da cihê ”wekhevî”yê nîne. ”Heq û huqûqê birayînîyê”
di deftera wan da nayê nivîsîn. Ya wan birayînîyeke zupûzuha ye!. Ev birayînîya
bêmana û pûç ji alîyê Ereb û Farisan ve jî tête dubare kirin.
Helbet zikê Kurdan gelekî têr e ji van gotinên xir û xalî! Çi birayînî? Di birayînîya tinê bîyolojîk da jî ”wekhevî”, ”heq û huqûq” kamilen nîne, heta ku di ”birayînîya Tirkan, Ereb anjî Farisan ya destkir [sûnî]” da hebe. Di serî da Tirkan û hemû dagîrkerên dî pêkve istismara ”birayîni”yê kirine heta îro û ew dilsaxî û naîvîya Kurdan bi niyeteke gelek xirab dijî Kurdan bi kar înane. Lewma Kurd li birayînîyê nagerin û divêt negerin jî. Birayê ku di serî da ziman û nasname û hemû hebûnên dî yên xwumal jê hatine standin çi reng bira ye? Êdî çu hukmê vê birayînîya ku Tirkan û dagîrkerên dî avêtine ber Kurdan nemaye. Birayînîya ku dagîrker jê behs dikin, bi gotina amîyane, ”bi timamî direw e”!.
Başe Kurd li çi digerin? Kurd li cîranîyeke baş, cîranîyeke wekhevane, cîranîyeke dostane, cîranîyeke azadane û cîranîyeke aştîyane digerin û divêt bigerin. Kurd îro hem ji alîyê cografî ve, hem jî ji alîyê sosyolojîk û demografîk ve digel Tirkan û xelkên dî yên serdest cîran in. Lê belê, cîranîyeke bêmaf, bêhuqûq, newekhev, zalimane û neyarane heye îro. Lê Kurdan prosesa guhorîna statuya kevin daye dest pê kirin û êdî ev şîre meyîye. Dîroka ku serdestan bi direwa ”birayînîya ne birayane” nivîsî îro ji alîyê Kurdan ve hatîye pûç kirin. Kurdan ew ”edebîyata direwîn ya birayînîyê” serûbin kirîye. Cîranîya bi rastî cîranî êdî ji teref Kurdan ve tête ava kirin. Vê prosesê dest pê kirîye û heta cîranîya li ser bingehê serxwebûnê pêktêt jî dê dom bike. Statuya ku îro li başûra Kurdistanê [Kurdistana Federal] pêkhatî jî rengekî vê cîranbûyînê ye. Eve dê li parçeyên dî jî pêkbêt û ew roj jî ne dûr e. Ji bo pêkve man anjî pêkve jîyana digel van xelkên serdest, îlla gotina ”birayînî”yê hewce nîne. Di nav statuyeke otonom, federal, konfederal da jîyan anjî avabûneke cuda wekî dewleteke serbixwe bi ”birayînî”yê ve girêdayî nîne. Kurd bi cîranîyeke baş jî dikarin bi van xelkan ra li rex hev gelek aştîyane bijîn.
Kurd divêt ji vê kompleksa ”birayînîyê” xwe xilas bikin û vê ”edebîyata birayînîyê” terk bikin. Têkilîyên ji bo cîranîyeke baş esasen pêdivî ne. Bo bi hev ra jîyaneke azadane, wekhevane, aştîyane û yarane, bo pêkve jîyaneke li ser esasê cîranîyeke baş divêt xebat bête kirin û têkoşîn bête dan. Divêt gelek aşkera ji dewlet û xelkên serdest ra bête gotin ku, em Kurd cîranîyeke kamilen baş dixwazin. Statu çi dibe ferq nake, otonomî be, federasyon be, konfederasyon be anjî serxwebûn be, Kurd cîranîyeke wekhevane, azadane, aştîyane û dostane dixwazin. Avakirina cîranîyeke baş bi vî rengî mumkun e û divêt mumkun bikin.
ROJAN HAZIM
25 Çirî
[Oktober] 2010
Di rojnameya WAR-Duhok da hatîye weşandin.
Di rojnameya WAR-Duhok da hatîye weşandin.
onsdag den 1. september 2010
Aştî - ROJAN HAZIM
Gotineke ku Kurd çu cara ji devê xwe kêm nakin ”Aştî” ye.
Dibe ku mirov vê yêkê wekî paradokseke Kurdan jî bibîne. Ji ber ku Kurd di nav
xwe da ne aşt in ku aştîyê li dora xwe bibînin. Lê dîsa ve Kurd gotina ”aştîyê”
gelek bi kar tînin. Di gihiştina ”aştîyê” da şik têda nîne ku Kurd ji dil in.
Çi li nav xwe be, çi jî li dora xwe be vê yêkê dixwazin. Çiku Kurdan ji rewşên
ji aştîyê dûr gelek kêşaye. Xirûcir û vekêşkanên navxweyî jîyan li Kurdan heram
kirîye. Ji nav malê heta nav eşîrê, ji gund heta bajêr, ji cîhana polîtîk heta
ya ronakbîrî, bûyerên ku jîyanê bi gotina herî sade ”nexweş” bikin gelek bi
serê Kurdan hatine. Ew toka mirinê ya ku dewletên dagîrker û kolonyalîstan kirîye
stuyê Kurdan jî bêhn li Kurdan çik kirîye. Digel van serûbinbûnan jî Kurda xwe
ji lêgerîna aştîyê dûr nekirîye.
Kurd li aştîyê
digerin
Aştîyê dikarin di sê kategorîyan da rave bikin: 1. aştîya
dadyar [adil], 2. aştîya maqûl, 3. aştîya konjonkturel.
Di resmê îro yê Kurdistana mezin da ”aştî” hêj pêknehatîye. Sê
parçeyên Kurdistanê di bin nîrê kolonyalîzma Tirkîye, Iran û Sûrîyeyê da ne û
têkoşîna ji bo azadî û aştîyê dom dike li van parçeyan. Xelkê Kurd li parçeyekî
Kurdistanê, li başûr pişta sîstemê kolonyalîzma Erebî şkandîye, xwe nîv rizgar
kirîye û nisbî jî azad kirîye. Di şertên heyî û li ber çav da dîsa ve ”aştîyeke
dadyar” hêj jî pêknehatîye. ”Aştîya dadyar” gelek aşkera ye ku dê bi
destxistina Kurdistana serbixwe pêkbêt ku eve mafekî xwezayî yê Kurdan e û dê
demekî dirêj bikêşe. Daxwaz û hewildana Kurdan ji bo vê amanca heq û rewa dê
dom bike. Di ”Aştîya maqûl” da, herdu teref kêm zêde razî ne ku eve jî hêj ji
Kurdan dûr e. Hindî ”aştîya konjonkturel” e, ew jî di şertên lawazîya herdu
alîyan da û bi xurtbûna dînamîkên derve, wekî keysekî di xêra terefê mexdûr da
derdikeve meydanê ku li ser zemînekî gelek tehisok da ye û parastina wê
canbazîyeke mezin dixwaze û terefê mexdûr bi hevkarîya hêzên derveyî û
seferberkirina hêza neteweyî ya navxweyî dişêt xwe û statuya xwe ya nû biparêze.
Merheleya li parçeyê başûr hatîye pêş, di çarçoveya ”aştîya
konjonkturel” da ye. Di vê ”pêkhatinê” da terefê mexdûr, terefê mafxwaz, anku
Kurd, ne razî ne, encam ne bi dilê wan e, lê di şertên heyî yên navxweyî, yên navçeyî
û herwisa yên navneteweyî da wekî ”destkevtek”ê tête dîtin. Di ”destkevtên
konjonkturel” da dîkilokê terazîyê gelekî hessas e û her milê terazîyê li ber
meylên nû dikare bi serê dî da giran anjî sivik bibe. Di vê ”aştîya
konjonkturel” da terefê ku berê Kurd û Kurdistan di bin destê xwe da girtî, [anku
merkeza dagîrîyê Bexda û hêza desthilatdar Ereb], dê hergav li keysan bigerin
ku pozisyon û statuya xwe ya ku di eleyhê Kurdan da, di destê xwe da bigirin. Herçend
ew jî dizanin ku nikarin vegerine dewrê berê, lê hindî ji wan bêt dê tixûbên
”destkevta Kurdan” teng bikin, statu û pozisyona Kurdan zeîf bikin. [Ku
dewletên cîran jî, anku Tirkîye, Iran û Surîye jî di vê bîr û hizirê da ne.]. Di
vê rewşa nazik da tinê hêzek dikare bibe garantîya Kurdan; ew jî hêza navxweyî
ye. Hindî ku Kurd di nav xwe da zemînê ”aştîya navxweyî” saxlem bikin, davên
tevnê aştîya navxweyî bi hêz vehûnin û tevnî xurt biraçînin hingê dişên
”destkevta heyî” di şertên ”aştîya konjonkturel” da ragirin û biparêzin û herweha
pêşbêxin.
Aştîya navxweyî jî bi peçinîna kêm û kasîyan, bi veşartina
qusûran, pêknayê. Aştîya navxweyî bi avakirina sîstemê demokrasîyê mumkun dibe.
Avakirina welatek û dewleteke nû, tinê bi çêkirina vîlla û apartmanan nabe.
Digel wan divêt zemînê demokrasîyê jî bête ava kirin. Ji milekê ve polîtîkên nû
yên iqtisadî û sosyal divêt bêne hazir kirin, bêne bi cih kirin û di rê birin,
li milê dî mekanîzmayên îdarî û polîtîk jî li goreyî hewcehîyên nû, divêt ji nû
ve bêne reorganîze kirin ku jîyana sosyal, kulturî û ya herî giring jî
sîstemekî demokratîk û humanîter bête ava kirin. Di vehûnandina sîstemê îdarî,
polîtîk, iqtisadî û sosyal da, hevîrê esasî sîstemê perwerdeyê ye. Nifşên nû,
ku ew paşeroja civatê ne, divêt bi sîstemekî demokratîk û mirovî yê perwerdeyê
bêne gihandin ku xîmê civateke pêşkevtî û modern saxlem bête danan. Heta ku
tovê demokrasîyê di serî da di nav civatê da neyê çandin, berê wê jî nayê
wergirtin. Ew jî bi perwerdeyê dibe.
Li parçeyê başûr, ku hemû Kurd wekî ”destkevteke bihadar”
qebûl dikin, aştîya navxweyî karekî bingehîn e û ev aştîya navxweyî jî daku
mayînde bibe, digel avadanîya fizîkî ya welatî, divêt guhorîneke bingehîn ya
”zihnîyetî” jî bête dest pê kirin. Divêt di warê ”zihnîyetê” da adeta şoreşek
bête kirin. Bi taybetî ji burokrasîya îdarî ya dewletê heta hêzên asayiş û
ewlehîyê, heke bi hiş û bîreke demokratîk neyên organîze kirin, ev mekanîzmayên
bingehîn ji alîyê kesên ku demokrasî di nav dil û mejîyê xwe da, di pratîka xwe
da bi cih nekirî, neyêne di rê birin, pêşkevtin nabe û sîstem di serî da dê ji
teref van mekanîzma û kesan ve bête tehrîb kirin û xirab kirin. Guhorîna
fizîkî, pêşkevtinên avadanîya li ber çavan, dînamîzma di warê aborî da tête
dîtin, bivê nevê digel xwe guhorîna civakî jî tîne ku heke ev pêşkevtin û
guhorîn bi zihnîyeteke demokratîk û humanîter neyê îdare kirin û di rê birin,
dê roj bêt di nav xwe da dê bibe xetera herî mezin li ser aştîya navxweyî.
Ragirtina civatê di nav aştîya navxweyî da, hem bi
bilindkirina standarta jîyana aborî, sosyal û kulturî dibe, hem jî paralelî vê
yêkê bi xurtkirina norm û qaydeyên demokrasîyê pêktêt. Cihê ku demokrasî lê
nebe, li wê derê aştîya navxweyî di bin tehlîkeyeke mezin da ye. Cihê ku
problema demokrasîyê lê tête dîtin, li wê derê dînemît heye, mayîn [mîn] hene
ku kengî û li kî derê dê bipeqin nayê zanîn ku eve bi serê xwe rê li ber
têkçûnê vedike ku aştîya navxweyî serûbin bibe û hilweşe.
Di 1ê Îlonê, ”roja aştîya cîhanê” da, di meha ku roja wê ya
ewil wekî roja aştîya cîhanê hatîye qebûl kirin da, li ser bi giştî aştîyê
rawestan giring e, lê ya herî bingehîn daxwaza aştîya navxweyî ye. Kurdistan li
sê parçeyan, li sê alîyan mixabin ku ji aştîya herî kêm, ji ”aştîya
konjonkturel” jî dûr e.
Digel vê rewşa negatîv ya li dora Kurdistanê, herwisa li van
sê parçeyên di bin dagîrîya Tirkîye, Iran û Sûrîyeyê da, aştîya navxweyî jî ne
di wê sewîyeyê da ye ya ku tête xwastin. Helbet Kurd divêt li van parçeyan jî,
daku bigihin ”aştîyeke dadyar” divêt di serî da di nav xwe da aştîyê ava bikin
ku bikarin dijminan ji bo aştîyeke dadyar bidine zorê û aştîyê li ser wan ferz
bikin.
Ji kîjan alî berê xwe bidinê, ”aştî” hem di nav xwe da, hem
jî li dora xwe ji bo Kurdan amanceke giring e ku ji bo gihiştina vê amancê
têkoşîna xwe sist nekin û hemû hêz û şiyana xwe bi hev ra bi kar bînin ku
serbikevin. Di vê çarçoveyê da hindî ku ”destkevta başûr” hem di nav xwe da,
hem jî digel parçeyên dagîrkirî da, di nav aştîyeke xurt ya navxweyî da be, dê
hind serkevtî be. Ji bo ”aştîya dadyar”, hetta ji bo ”aştîya maqûl” ya Kurd û
Kurdistanê, divêt ev ”aştîya konjonkturel” ya li başûr pêkhatî bête parastin,
bête pêşxistin û bête mayînde kirin ku têhnekê û ronahîyekê bide parçeyên dî
jî.
Heke Kurd dixwazin mil bidine aştîya cîhanê, divêt ewil
aştîya navxweyî ava bikin û paralelî vê yêkê jî, têkoşîna ji bo rizgarî û
azadîya welatê xwe bilind bikin, ku çareserîya di vî warî da bi serê xwe
pêkhatina mezin ya aştîyê bi xwe ye. Aştî, li cihê xwe bêdeng rûniştin û mayîn
nîne. Aştî bêyî têkoşîn pêknayê. Kurd divêt aktîvîstên milîtan yên doza aştîyê
bin. Têkoşerên azadîya Kurd û Kurdistanê herwisa têkoşerên aştîyê jî ne. Azadbûna
xelkê Kurd û rizgarbûna Kurdistanê li seranserî, dê bibe çeperekî herî xurt û
saxlem yê aştîya navçeyê û cîhanê jî.
Bi hêvîya ku aştî di serî da li Kurdistanê, li
rojhilatanavîn û hemû cîhanê hakim bibe.
ROJAN HAZIM
01 Îlon 2010
Têbînî:
1. Hetav li 1ê Îlonê dibe bîst
salî. Bila roja bûyîna wî û ya kesên ku di 1ê Îlonê, roja aştîya cîhanê da
hatine dinyayê pîroz be. RH
2. Ev meqale di rojnameya WAR-Duhok da hatîye weşandin.torsdag den 24. december 2009
TC’nin saldırıları ve ”Kürt Ulusal Birliği” - ROJAN HAZIM
TC, başta hükümet olmak üzere, ordusu,
polisi ve yargısı ile tüm mekanizmalarını koordineli bir biçimde seferber
ederek Kürt halkının ulusal kurtuluş savaşımını ezmek için saldırılarını
arttırdı. 24 Aralık 2009, Kürt Belediye Başkanları ve politikacılarına yönelik
”operasyonu”, TC’nin sistemli ve planlı saldırılarının bir parçası olarak
geliştirildi. Bu operasyon hiç kuşkusuz, DTP’nin kapatılması süreciyle içiçedir
ve hükümetin iç dengelerle hareket ederek dış gezilerinde ”Özgürlükçü Kürt
hareketini ezme” amaçlı destek aramasıyla bağlantılıdır. TC bu kapsamlı
saldırısını, şiddet dozunu arttırarak sürdürürken, Kürtlerin içinde olduğu
pozisyon neydi?
* Meşru temsilci PKK ve HPG, tüm imha
amaçlı askeri saldırılara rağmen, çatışmasızlık sürecini tek taraflı olarak
sürdürüyorlar.
* DTP kapatılmış, biri eş başkan olmak
üzere iki parlementerinin parlemento üyeliği düşürülmüş olmasına karşın tüm
üyeleri, BDP [Barış ve Demokrasi Partisi] çatısı altında parlemento içinde ve
demokratik legal alanda politika yapmayı seçti. Belediye Başkanları 23
Aralık’ta BDP’ye geçtiklerini deklare ettiler. Keza DTPli parlementerler, Ufuk
Uras’ın katlılımıyla BDP olarak parlementoda grup kurma kararı aldılar.
Kürdistan ulusal demokratik hareketi
böylesi olumlu bir pozisyon içindeyken, hem de ”Barış ve Demokrasi Partisi”
adlı partiyle yeni bir dönem başlatmak isterken, çok kapsamlı bir tutuklamayla
karşılaşmasının tek izahı var: Tasfiye!. Neyi tasfiye?
Kürdistan kimlikli ulusal kurtuluş
savaşımını meşru olarak tüm alanlarda temsil eden örgütlü yapıyı dağıtmak ve bu
örgütlü Kürt politik hareketini ezmek suretiyle tasfiye etmek. Bu ögütlü yapıyı
kim temsil ediyor? PKK öncülüğündeki toplam KCK sisteminin mekanizmaları.
KCK’nin bir örgütsel model olarak sistematize ettiği ögütlü Kürdistan halk
savaşımı, TC’nin kolonyalist sistemine karşı Kürdistan’da yapılandırılan
alternatif ”özyönetim” biçimini geliştiriyor. TC, bu özgün ve özgüç eksenli
Kürt ve Kürdistan organize savaşımını bastırmak için sürdürdüğü askeri
saldırılarını, yargı ve polis cephesinden tahkim etmek amacıyla başlattığı bu
son tevkifat harekatıyla Kürdistan ulusal kurtuluş savaşımını topyekün bertaraf
etmeye girişmiştir. Bu süreçte, hükümetin ”Kürt açılımı”ndan söz etmesi artık
pratik bir anlam ifade etmiyor. Hükümet çok açık olarak pratikte ”Kürt
kapatılımı”nı uyguluyor. Bu aşamadan sonra ”iyi niyetli kişi ve çevereler”
artık şu ”hükümet istiyor ama asker istemiyor, o nedenle hükümetin elini
güçlendirmek gerekir” edebiyatını bırakmalı, hiç ikircimsiz Kürt ulusal
demokratik hareketinin yanında saf tutmalı ve TC’ye karşı demokratik savaşım
cephesini güçlendirmelidirler. Kürt özgürlük savaşımına karşı TC hükümetinin
pratiği ile askeri ve yargı kurumlarının pratiği aynıdır ve ortak olarak
”TC’nin bekasını koruma” amacıyla, geleneksel ırkçı şoven ”Türk Ulusal Birliği”
esprisine uygun bir hatta birleşmişlerdir.
Bu açık ”Türk Ulusal Birliği”
saldırganlığı karşısında yapılması gereken Kürtler açısından da çok berrak ve
açıktır veya öyle olmalıdır. O da: Kürt ve Kürdistan Ulusal Birliği’dir. Diri
Kürt ulusal güçleri bu TC geleneğine yaraşır saldırganlığa karşı muazzam bir
dayanışma ve birlik içine girmelidirler. Ulusal güçler, öncüleri etrafında
yarılamayacak sağlam bir zırh örmeli, demokratik direnişi yükseltmelidirler.
Böylesi kritik dönemlerde, saflar belirgin olmak durumundadır. Şimdi böylesi
bir kavşağa gelindi: Kolonyalist TC ve Kürt ulusal kurtuluş savaşımı. Onlar ve
biz. Herkes, her ulusal güç, her Kürt ve her Kürdistanlı bu kavşakta yolalacağı
güzergahı seçmelidir. Yine TC, askeri güçlerinin yanısıra, kılıç kuşanan sivil
güçlerini de cepheye sürdüğü bir dönemde, tarihte ve hatta günümüzde olduğu
gibi ”yandaş Kürt”leri de safına katarak Kürdistan özgürlük hareketine karşı
şiddetli bir savaşı tırmandırmak istiyor. TC’nin ”açılım” gibi cazip ama
yanıltıcı politikalarla gündemine aldığı ”Sistem Kürtleri” stratejisine uygun
olarak, esasta yapmak istediği ”Kürtlerin demokratik taleplerinin karşılanması”
değil, Kürdistan şuuru ile savaşım veren, kurtuluşçu ve özgürlükçü örgütlü
dinamik gücü tasfiye etmek ve bu düşmanlık politikasını realize edebilmek için
de ”uydu ve işbirlikçi Kürt partner” yaratmak olduğu bu son tevkifat ile iyice
ortaya çıktı. TC, aklını ve vicdanını yitirmiş şuursuz ”Sistem Kürt’ü” bulmakta
zorlanmayabilir. Zaten hergün devlet ve hükümet yanlısı TV ve gazetelerde,
Kürdistan özgürlük hareketine karşı TC ağzıyla konuşma yarışına giren TCci
Kürtler var ve bunlar TC yandaşçılığını layıkiyle yapıyorlar. Hükümet partisi
AKP içinde yuvalanan işbirlikçi Kürtler ve onların etrafında saf tutan kimi
diğer Kürtler, cephesel bir dayanışma halinde Kürt özgürlük hareketine karşı
TC’nin kolonyalist sistemini tahkim ediyorlar. Bereket ki bu cenah Kürt
toplumunda cılızdır ve aslında Kürt halk vicdanında da mahkumdur. Lakin, TC’nin
geleneksel entrika ve desiselerini bilen bir halk olarak Kürtlerin, kendi
özgürlüğü uğruna canla başla savaşım veren öncüleri ve savaşımcıları etrafında
kenetlenmeleri bugün artık bir varolma yokolma sorunu haline gelmiştir.
Kazanmak, kazanılanı korumak cesaretle ama örgütlü ve birlik içinde bir
savaşımla olanaklıdır. TC’yi bugün veya yarın müzakere masasına çekecek,
uzlaşmaya zorlayacak, barışı sağlayacak esas güç bu ulusal birliktir. Kürt
ulusal güçleri tam da bugün bu bilinçle davranmak ve savaşımı yükseltmek,
TC’nin toplu saldırılarını püskürterek sağlam olarak ayakta kalmak
durumundadırlar. Bu bağlamda, hiç kuşkusuz, başta Federal Kürdistan yönetimi ve
politik güçleri olmak üzere, Kürdistan’ın doğu ve batısındaki politik güçler ve
halk, TC’nin özelde kuzey Kürt hareketini, genelde tüm Kürdistan özgürlük
savaşımını boğmaya yönelik saldırıları karşısında, Kürt tarihinde görülmemiş
bir ulusal dayanışma ve birlik içinde olmalıdırlar. Kürt ulusal kurtuluş
savaşımının gelecek garantisi işte bu ulusal birlik pozisyonudur ve bunun
gereği yapılmalıdır.
ROJAN HAZIM
24 Aralık 2009
Abonner på:
Kommentarer (Atom)
