lørdag den 3. maj 2025

SIRRI SÜREYYA ÖNDER koça dawîyê kir...


Sirri Sureya Onder îro, 3 Gulan 2025, seet li 16.10ê li xestexaneya Florence Nightingale ya li Stanbolê mir. Piştî krîzeke dijwar ya dilî, ji 15ê Nîsanê were li vê xestexaneyê dihate derman kirin... Emelîyateke giran lê hate kirin. Ji hingê were jî di xeweke kûr da, adeta di sekeratê da bû... Û mixabin hişyar nebû û koça dawîyê kir...

Sirri Sureya Onder kesayetekî piralî bû...

Ji baskê huner û edebîyatê heta siyasetê zemînê xebata wî fireh bû...

Senarîst, rejisor û aktorê hunera sînemayê bû...

Herwisa nivîskar jî bû...

Sirri Sureya Onder ji dewrê ciwanîya xwe were ji bo azadîya giştî xebat kirîye, têkoşîn daye...

Pitî cuntaya faşîst ya 12ê Îlona 1980ê li Tirkîyeyê îşkence dît û bi salan di hefsê da ma... Anku ji dewrê xwandekarîya xwe ya navincî û unîversîteyê pê ve di nav xebata siyasî da bûye... Û bedel daye...

Di van salên dawîyê da jî di nav refên BDP, HDP û DEM Partîyê da siyaseteke pêşengî dikir...

Li hevdîtinên digel Abdula Ocalan da çendîn cara çû giravê Imralîyê...

Piştî xirabkirina prosesa 2015ê ya muzakereyên PKK û TCyê ji teref hukûmeta Erdogan ve hate girtin...

Ji heyva çirîya pêşîn [october] ya 2024ê ve jî careke dî di hevdîtinên Ocalan û TCyê da di heyeta Imralî ya DEM Partîyê da cih girt...

Ji listeya DEM Partîyê parlementerê Stanbolê bû û herweha cihgirê serokê Meclisa Milet ya Mezin ya Tirkîyeyê bû...

Ji bo çareserîya pirsa Kurdî û Kurdistanê aktîv dixebitî...

Sirri Sureya Onder Tirkmenê Kurdistanê bû. Xelkê Semsûrê [Adiyeman] bû...

Digel zimanê xwe Tirkîyê, Kurdîya Kurmancî jî baş dizanî...

Ji her alî ve hevwelatîyekê maqûl û berpirsiyardar yê Kurdistanê bû...

Ji bo bidestveînana maf û daxwazên rewa yên xelkê Kurd di nav piştevanîyeke xurt da bû...

Bi hebûna maqûlîyeta germ ya kesayetîya xwe li seranserê Kurdistan û Tirkîyeyê jê dihate hezkirin...

Hem ji bo aştîya navxweyî ya Kurdistanê, hem jî ji bo aştîya di navbeyna xelkên Kurd û Tirk û xelkên dî yên vê cografyayê kar û xebateke ji dil dikir...

Ew hewarîyê hemû bindest, hejar û feqîran bû...

Ew têkoşerê doza azadî, aştî, wekhevî, demokrasî û edaletê bû...

Heta axirîn bêhna xwe ev xebata xwe domand...

Mirovekî humanîst, demokrat, aştîxwaz, azadîxwaz, adil û bi wijdan û xêrxwaz bû...

Bila serê binemala wî, dost û hevalên wî, partîya wî û hemû xelkên Kurdistanê sax be...

Sirri Sureya Onder jî bû stêrkeke geş li esmanê Kurdistanê û Tirkîyeyê û di bizava aştî, azadî û rizgarîyê da, bi bîr û hizrên xwe yên humanîter û demokrat yên li paş xwe hêlayî ve dê ronahîdêrîya xwe ya li ser rêya xelkê Kurdistanê berdewam be...

RH

 

Not:

Sirri Sureya Onder, 4ê Gulanê [2025] roja yêkşembê li Stanbolê du merasim hatine organîze kirin. Ji Meclisê heta hukûmetê û parlementoyê berpirsiyarên rejima Erdogan û berpirsiyarên hemû partîyan û rêxistinên sivîl û demokratîk û hejmareke bilind ya hunermendan beşdarî merasiman bûn...

Kiça wî Ceren Onderê bi rondikên çava axivtineke bi hisyardarîyeke gelek bilind kir li ber tabûta babê xwe...

Piştî nivêja li mizgefta Barbaros Xêredîn Paşa ya li taxê Şişliyê, li goristana Zincirlikuyu ya Stanbolê hate veşartin...

 

Du foto ji merasimê:

 

Foto: Ji heyeta Imralîyê